Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Yên ji bo dayikan ewqas hesas wê demê çima zilmê li Dayikên Şemiyê dikin?’

Welatiyên ji Wanê der barê çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP’ê de axivîn. Welatiyan got ku AKP hestên dayikan bi kar tîne û ev tişt destnîşan kir: “Ger ku ji bo dayikan ewqas hesas bin wê demê çima zilmê li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê dikin? Ger ku micid bin bila aştiyê pêk bînin da ku ev zarok vegerin malên xwe. Çareserî ne li pêşiya avahiya HDP’ê, li pêşiya Qesrê ye.”

Li ser daxwaza hikûmeta AKP-MHP’ê û hêzên ewlehiyê, çend malbatan bi îdiaya ‘HDP zarokên me derxistina çiyê’ li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyê kir. Komkirina malbatan a li ber avahiya HDP’ê, di nava gelê kurd de jî rê li ber bertekên tund vekir. Têkildarî mijarê welatiyên ji Wanê axivîn û destnîşan kirin ku heke ku dayik zarokên xwe bixwazin, navnîşan ne HDP, ber deriyê Qesrê û yê Erdogan e.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Haşîm Çakin di serî de dayikên leşker û polîsan ên ku dixwestin li ber avahiya AKP’ê çalakiyê li dar bixin bi bîr xist û wiha dom kir: “Destûr nedan wan lê tevî parlamenter û wezîran, li ber avahiya HDP’ê rûdinin. Xuyaye ku ev lîstike û bi destê desthilatiyê tê kirin. Zilma ku li Dayikên Şemiyê û yên Laçik Spî kirin hê di bîra me de ye. Hedefnîşandana dayikan a li qadên mîtîngê jî hê di bîra me de ye. Ma zarokên wan dayikan jî nînin? Heta ku cenazeyên zarokên wan jî nînin. Çima kes qala dayikên ku zarokên xwe de qezaya li Çorluyê de winda kirin û edalet dixwest nabîne?”

‘AKP hestên dayikan îstîsmar dike’

Welatiyê bi navê Dilovan Denîz jî got ku piştî tayînkirina qeyûman ev dayik derketine holê û wiha derbirî: “Ger ku ji bo dayikan ewqas hesas bin, wê demê çima zilmê li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê dikin? Ger ku ewqas micid bin, bila pêşî li kuştina ciwanan bigirin. Gelo kî pêşî li mirina van ciwanan vedike? Divê di serî de vê vebêjin. AKP, hestên dayikan îstîsmar dike. Dayik di xema dewletê de nînin. Ger ne wisa bûya, dê xwedî li pêvajoya aştiyê biderketana.”

‘Bila HDP’ê bes tawanbar bikin’

Dayika bi navê Amîne Atabak jî bi lêv kir ku tu kesî zarokên tu kesî bi zorê nebirina çiyê û wiha got: “HDP tu kesî naşîne çiyê. Bila êdî HDP’ê tawanbar nekin. Ger aştî çê bibe dê zarok ji xwe vegerin malên xwe. Hêvîdarim aştiyek çê bibe.” Welatiyê bi navê Ahmet Çekîrdag jî  destnîşan kir ku divê di serî de pirsa ‘Ev zarok çima diçin çiyê?’ bê bersivandin û tekane rê jî aştî ye.

‘Pêdivî bi pêvajoya çareseriyê heye’

Welatiyên bi navên Bedîr Çayci û Riza Aslan jî anîn ziman ku ji bo dayik êdî negirîn pêdivî bi pêvajoyeke çareseriyê heye û muxatabê vê jî ne HDP, dewlet e. Welatiyan daxuyand ku ji bo vegera van zarokan tekane rê, çareserkirina pirsgirêka kurd e. Welatiyan bang li dayikan kir ku neyên lîstikên qirêj ên AKP’ê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar