Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ambargoya li ser Mexmûrê di roja 67’emîn de didome

Ambargoya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Mexmûrê di roja 67’emîn de didome. Ji bo rakirina ambargoyê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî ev 22 roj in bi şev û roj li ber xwe didin

Berpirsê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmehê de li restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hate kuştin. Piştî vê bûyerê jî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Dorpêça hikûmeta Başûr di roja 67’emîn de berdewam dike.

Ji bo rakirina dorpêça li ser wargehê, Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê û Saziya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê gelek hewldan kirin lê hemû hewldanên wan bêbersiv man û hikûmeta herêmê û saziyên din xwe li bêdengiyê danîn. Di heman demê de ji bo rakirina dorpêça li ser wargehê, komeke ji Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê xwestin bi rayedarên başûrê Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Lê dayik li noqteya kontrolê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de hatin sekinandin û nehiştin ku bikevin Hewlêrê.

Nahêlin tu kes piştgiriyê bide dayikan

Li ser vê yekê jî Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li ber benda kontrolê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya dayikan îro kete roja 22’yemîn. Ji bo piştgiriya bi çalakiya dayikan re heta niha gelek derdorên xwestin tev li çalakiyê bibin. Lê hêzên asayîşê destûr nedan û gelek caran jî heqaret li dayikan kirin.

Çalakî bi israr didome

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê tu bersiv nedane dayikan. Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê dibêjin ku heta daxwazên wan pêk neyên dê çalakiya xwe bi dawî nekin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar