Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Îranê 141 hezar xwendekaran dibistan terikandin

Li seranserî Îranê zêdetirî 141 hezar xwendekaran dibistan terikandin. Ji van xwendekaran 30 hezar jê li herêmên Sîstan û Belûcîstanê ne

Serokê Giştî yê Perwerdeya Eyaleta Belûcîstanê Hemîd Riza Rexşanî da zanîn ku li gorî daneyên li ber destê wan, heta niha 32 hezar xwendekaran dibistan terikandine. Li Îranê hejmara giştî ya xwendekarên ku dibistan terikandine nêzî 141 hezar e. Ji van xwendekaran 30 hezar jê ji Belûcîstanê ne. Ev rewş tenê jî asta xizantiya li eyaletê radixe ber çavan.

Di tîrmeha îsal de cîgirê perwerdeya seretayî ya girêdayî wezareta perwerdeyê aşkera kiribû ku li Îranê 141 hezar xwendekaran dibistan terikandine. Li gorî daneyan, herî zêde jî xwendekarên li eyaletên Sîstan û Belûcîstan, Hormozgan, Kêrman û Ûrmiyeyê dev ji xwendinê berdane.

Eyaleta herî xizan

Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê zêdetirî 40 sali in di bin desthilatiya rejîma Îranê de ye û her tim bi polîtîkaya xizankirinê tê birêvebirin. Li Îranê eyaleta herî Xizan Belûcîstan e. Hê jî beşek ji gelên vê eyaletê hene ku nasnameya wan nîne.

Sedemên terikandina dibistanan

Yek ji sedemên terikandina dibistanan, xizantî û bêkarî ye. Malbatên ku nikarin pêdiviyên xwendinê yên zarokên xwe pêşwazî bikin, zarokên xwe ji xwendinê dikin. Bi vê sedemê ye ku gelek zarok di temenekî biçûk de dest bi kar dikin. Sedemekî din a terikandina dibistanan jî, nebûna dibistan û standardên pêwîste ên perwerdeyê ne. Rêyên di navbera gundan de hema hema nînin, piraniya refên dibistanan ji ber nebûna xizmetê nehatine çêkirin û xwendekar ji derfetên weke av, ceryan û dezgehên sarker û germker bêparin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar