PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di 6 mehan de 37 kolber hatin qetilkirin

Qirkirina hêzên rejîma Îranê û dewleta tirk a li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de didome. Di nava 6 mehên dawî de li ser sînorê Rojhilat 37 kolber mirin û 82 kolber jî birîndar bûn

Gelê kurd ên li rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de, ji bo debara xwe li ser sînor ji kasibkariyê dikin. Lê her tim rastî êrîşên hêzên rejîma Îranê tên û gelek jê tên qetilkirin.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, ji meha adara 2019’an heta niha li ser sînorê di navbera rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê de ji ber êrîşên hêzên Îranê, aşût, serma, mayîn û ketina ji çiya, 37 kolberan jiyana xwe ji dest da û 82 kolber jî birîndar bûne.

29 kolber bi guleyên rejîmê hatin qetilkirin

Di nûçeya malperê de tê destnîşankirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 29 kolber, bi guleyên rejîma Îranê hatine qetilkirin. Di berdewamê de jî tê gotin ku ji van kolberan 2 jê ji çiya ketine û mirine, 4 ji ber aşûtê û sermayê û 2 kolber jî di encama qelibîna wesayîtê de mirine.

Kolberên birîndar

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, ji 82 kolberên birîndar bûyîn 72 jê bi guleyên rejîmê hatine birîndarkirin, 3 jê di çiya de ketine, 2 jê ji ber teqîna mayînê û kolberek jî ji ber qezaya trafîkê birîndar bûye. Ji kolberên hatine kuştin û birîndarkirin 85 jê ji xelkê parêzgeha Urmiyeyê, 22 ji xelkê Sineyê û 12 kolber jî ji xelkê parêzgeha Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê ne.

Artêşa tirk kolberek qetil kir

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di 19’ê îlona vê mehê de jî kolberê bi navê Xalis Hemîdzade (22) ê ji gundê Balule ya Maku ya Urmiyeyê, ji aliyê dewleta tirk ve hate kuştin.  Duh jî kolberê bi navê Xidir Biluke ê ji Serdeşt a rojhilata Kurdistanê jî ji hêla hêzên rejîmê ve hate birîndarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar