Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çeteyê DAIŞ’ê: Em li Aksarayê hatin dermankirin

Çeteyê DAIŞ’ê Îslam Ahmed Muhammed Balûşa da zanîn ku dewleta tirk ji bo DAIŞ’ê gelek dibû alîkar. Balûşa da zanîn ku tevî wî, gelek çeteyên DAIŞ’ê li Aksaray a Stenbolê hatine dermankirin û polîs ji wan re bûne alîkar. Balûşa ji bo têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê wiha dibêje: “Hemû kes dizane ku Tirkiye maka komên cîhadîst e.”

Yek ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî Îslam Ahmed Muhammed Balûşa ku navê Talha El Gazzevî li xwe kiriye ye. Balûşa ji ANF’ê bi Bêrîtan Sarya re axivî. Balûşa ji taxa Şêx Ridvan a Filistîn-Gazzeyê ye. Di sala 1991’an de ji dayik bû. Balûşa dibêje ku beriya ku Hamas di hilbijartinên 2006’an de bi ser bikeve, bavê wî li Emniyeta Filistînê, kekê wî jî di nava îstîxbaratê de wezîfedar bûn.

Balûşa ji salên 2003-2004’an heta sala 2008’an li mescîdê Hamasê belavok belav dikir. Di sala 2008’an de lîderê Selefî yê filistînî Mahmût El Talîb nas kir û piştre bi wan re tevgeriya. Di sala 2009’an de piştî ku rêxistina Selefî Cûnd-û Ensar-ûl-Allah avêt ser mizgeftê kete girtîgehê. Li girtîgehê sê sal û nîvan ma û ji ber ku berê li mescîdên Hamasê dima bi şert hate berdan. Heta sala 2010’an careke din li mescîdên Hamasê re ma.

Li ser Tirkiyeyê tev li DAIŞ’ê bû

Balûşa di sala 2010’an de bi rêya Mahmût Talîb, Yûsûf Mûktad nas kir. Piştî demekê tev li rêxistina Ensar Şerîa bû. Balûşa di sala 2011’an de baweriya xwe bi nêrîna ‘Dewleta Îslamê’ anî û di sala 2012’an de bi rêya hevalekî xwe yê hêz ku yek ji fermandarên Hamasê bû ji Misrê derbasî Tirkiyeyê bû û tev li DAIŞ’ê bû. Piştre jî derbasî Sûriyeyê bû. Di vê pêvajoyê de Mahmût El Talîb tê girtin. Piştî ku Mahmût El Talîb tê girtin ew jî du salan li mala malbata xwe dimîne. Wê demê hin hevalên wî dimirin, yên mayî jî diçin Lîbya û çola Sîna ya Misrê ku şer bikin.

Polîsên tirk ew pêşwazî kirin

Balûşa di sala 2014’an de biryarê dide ku tev li DAIŞ’ê bibe û ji bo biçe Tirkiyeyê vîzeyê werdigire. Di heman salê di dema şerê Gazzeyê de firsendê dibîne û di deriyê Refahê re derbasî Misrê dibe. Li Misrê tevî hevalê xwe Şadî Davûdî derbasî Balafirgeha Ataturk a Stenbolê dibe. Ji wir jî xwe digihînin Balafirgeha Rihayê. Ji xwe li wê deverê çeteyên DAIŞ’ê Ebû Enes û Ebû Îbrahîm Turkî li benda wî ne. Piştî ku digihêjin Rihayê, bi polîsekî tirk re diaxive ku ew diyalog ji bîra wî naçe: “Piştî ku em li Rihayê ji balafirên peya bûn du polîs hatin gel me. Kincên wan sivîl bûn lê debanceyên wan hebûn. Bang li me herduyan kirin. Pasaport ji me wergirtin û navê me li kaxizekê nivîsîn. Li ser me û çenteyên me geriyan. Piştre ji me re gotin; ‘Biçin tev li DAIŞ’ê bibin’. Em jî li pêşberî vê gotina wan matmayî man. Ji ber ku ji me hebû ku wê me bigirin. Li wê deverê tenê pênc deqeyan em rawestandin.”

Li meydana Rihayê kom bûn

Wê demê yên ku tevlî DAÎŞ’ê bibin ji ber ku li meydana navendî ya Rihayê li hev kom dibûn û bi rengekî komî derbasî Sûriyeyê dibûn, ew jî çûn wê deverê û Ebû Îbrahîm Turkî dîtin. Turkî yê derdora 30 salî ku bi tirkî û erebî dizanî bi du wesayîtan bû. Piştre du jin û mêr ên biyanî, du çeçen, du cezayîrî û du kesên ji Erebistana Siûdî hatin meydanê. Bi wesayîtê çûn devereke nêzî sînor. Li gundekî li Rihayê li du malan man. Li gel hinek ji wan hevser û zarokên wan jî hebûn. Bi şev li gund man û piştre dema bû sibeh bi wesayîtan careke din bi rê ketin. Li deverekê ku têlên li sînor hatibûn qutkirin derbasî aliyê din bûn.

Li Ezazê bi giranî birîndar bû

Destpêkê çûn bajarokê Silûkê yê Kobanê, ji wir derbasî Reqqayê bûn û li  yekîneya Ebû Mûsap Zerkavî perwerdeya destpêkê dîtin. Piştre jî çû Balafirgeha Qûaerîs a Helebê, piştre derbasî Ezazê bû û li wê deverê bi guleya hawanê bi giranî birîndar bû. Balûşa ku gurçika wî zerar dît li nexweşxaneyeke li Reqqayê hate dermankirin û gurçika xwe ya birîndar winda kir. Piştî ku gurçika wî jê hate kirin, ji ofîsa birîndarên DAIŞ’î ji wir jî ber bi herêma Babê ve hate şandin.

Li herêma Babê bi jineke DAIŞ’î re zewicî ku du birayên wê jî di nava DAIŞ’ê de bûn. Rojekê dema li nexweşxaneya lê dixebitî vegeriya malê hevsera xwe li malê nedît. Ne li mala malbata wê jî bû. Kekê wê Ebû Mûaviye ku li Minbicê ji îstîxbaratê re dixebitî nameyek hiştibû. Gotibû: “Em çûn Tirkiyeyê. Ji wir jî em ê derbasî Bûlgaristanê bibin.”

Li ser Cerablusê derbasî Dîlokê bû

Balûşa piştî çûyîna hevsera wî careke din zewicî. Ji ber ku di gurçika wî ya din de pirsgirêkê rû da ‘Heyet El Hîcra’ ya ser bi DAIŞ’ê ew ji bo tedawiyê şand Tirkiyeyê. Di ser Cerablusê re di tîrmeha 2016’an de derbasî Dîlokê bû û li Dîlokê jî careke din Ebû Îbrahîm Turkî li hêviya wî bû. Li maleke DAIŞ’ê ya li Dîlokê ma. Tevî wî 15 çeteyên din ên DAIŞ’ê hebûn ku ji bo tedawiyê hatibûn.

Li Aksarayê hate dermankirin

DAIŞ’ê li vê deverê nexweş li gorî nexweşiyên wan ji hev cuda kir. Hinek ji wan li Dîlokê derman bûn û hinek jî diviyabû bişandina Stenbolê. Balûşa yek ji wan kesan bû ku diviyabû biçûya Stenbolê. Demekê li maleke li Dîlokê ma û serûm didan wî. Li mala ku lê dima ne tenê nexweş hebûn, her wiha ‘endamên tirk’ jî tevî dûrbînên bi ala tirkan hebûn. Ew alavên şer bi şev derbasî Tirkiyeyê dihatin kirin. Di dawiya sala 2016’an de tevî Ebû Îbrahîm Turkî ji bo tedawiyê çû Stenbolê. Li nexweşxaneyeke taybet a li Aksarayê emeliyat bû. Navê nexweşxaneyê nizane. Ev yek tê bîra wî: “Li yek ji kolanên herî qelebalix a Aksarayê bû. Li meydana Aksarayê stasyona metro heye. Ji wê deverê tu dadikevî jêrê. Ji wir derbas dibe. Li meydanê gel tiştekî difiroşe. Li aliyekî wê meydanê firoşgehên kincan li aliyê din jî restorant hene. Navê dikanê nayê bîra min. Ji ber ku bi tirkî nivîsîbû. Lê belê gelek deverên sûriyeyiyan hebûn li wê deverê. Mînak devereke şawiram (Donerê Sûriyeyê) hebû navê xwe Dimişk bû. Piştî devera ku kinc lê dihatin firotin li aliyê rast deverek hebû. Nexweşxane li wê deverê bû. Li nêzî wê Emniyeta Fatîhê hebû.”

Li gorî Balûşa di mijara nexweşxane û tedawiyê de her tişt rêxistinbûyî bû. Ne tenê DAIŞ’î hebûn, sivîl jî dihatin dermankirin lê belê DAIŞ’î bi rêya xwe, bi kincên xwe diyar bûn. Xuya bû ku haya bijîşk û hemşîreyan jî ji rewşê hebû. Nepêkan bû ku haya dewletê ji vê yekê nebû.

Her tim bi debanceyê digeriya

Piştî ku çend roj di ser emeliyatê re derbas bûn ji nexweşxaneyê derket û li maleke DAIŞ’ê ya li nêzî nexweşxaneyê bi cih bû. Ji wê malê bi meşê diçe nexweşxaneyê. DAIŞ’iyên din jî bi wî rengî tevdigerin. Bi Ebû Îbrahîm Turkî re her tim debanceyek heye û carna xuya dike. Li Dîlokê jî li Stenbolê debancaya xwe timî bi xwe re digerîne.

Polîs ji bo ku rehet tevbigere ji DAIŞ’î re dibin alîkar

Di berdewamê de jî Balûşa bîranîneka xwe ya li Aksarayê wiha dibêje: “Carekê ji bo ji xwe re kincan bikirim derketim derve. Polîs hatin gel min. Ji min pirsîn ku ji ku me, min jî ji tirsa negot ku Filistînî me, min got ‘Ez ji Sûriyeyê me’. Ji min re gotin, ‘Tu DAIŞ’iyê ji Sûriyeyê yî?’ Min got ‘Na’. Ez birim deverekê. Li wê deverê şopa tiliyên min wergirtin, şopa çavên min wergirtin. Nêzî 6 saetan mam. Piştî ku hîn bûn filistînî me, kaxizek dan. Ew kaxiz ji bo wê yekê bû ku karibim bi hêsanî tevbigerim.”

Xwe radestî HSD’ê kir

Balûşa di adara 2017’an de çû Dîlokê, ji wir derbasî Ezazê bû, ji Ezazê çû Idlibê û ji Idlibê jî çû Hamayê xwe gihand DAIŞ’ê. Li wê deverê çû gel hevsera xwe ya li Tebqayê. Tevî hevsera xwe derbasî Reqqayê bû, lê belê ji ber ku êdî Reqa ne ewle ye çûn Dêra Zorê. Balûşa di 24’ê cotmeha 2017’an de tevî kurê xwe û hevsera xwe bi motorê ji navenda petrolê ya El Omer derket û xwe gihand nuqteya HSD’ê.

‘Tirkiye gelek piştgirî da DAIŞ’ê’

Balûşa der barê têkiliya navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de ev tişt anî ziman: “Mîna min, bi hezaran DAIŞ’î li Tirkiyeyê derman dibûn. Her kes dizane ku Tirkiye dayika komên cîhadîst e. Ev yek tê zanîn. Ev yek ji bo cîhadîstên ji Sûriye, Iraq, Lîbya, Filistîn û Efganistanê derbasdar e. Tirkiyeyê gelekî piştgirî bi DAIŞ’ê re kir. Di sala 2015’an de gelek birîndarên DAIŞ’ê bi ambulansên taybet derbasî Tirkiyeyê hatin kirin û hatin dermankirin. Ew kesên payebilind bûn. Ji sînorê Raîyê hatin derbaskirin. Ev yek di nava DAIŞ’ê de gelekî tê zanîn. Yek ji DAIŞ’iyên ku bi ambulansê birin Tirkiyeyê jî DAIŞ’iyekî ji Sûriyeyê bû, berpirsyarê îstîxbarata li Hamayê bû. Ew Ebû Kasim bû. Bi hawanê bi giranî birîndar bûbû.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar