Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine

Girtiyên nexweşiyên giran Abdullah Turan, Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtînin terkî mirinê hatine kirin. Parêzer Gulîzar Tuncer ku hefteya borî bi girtiyan re hevdîtin kir, diyar kir ku rewşa girtiyan pir xerab e û terkî mirinê hatine kirin

Li Tirkiye girtiyên nexweş û kal ji ber nayên berdan ji yana xwe ji dest didin. Serokê BDP’a Agiriyê yê berê Mûstafa Aykol ku di sala 2011’an de bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hatbû girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn, ji ber nexweşiya wî giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê kiribûn. Aykol, di 16’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aykol li Agiriyê hat veşartin.

Mehmet Selîm Buruhan ê 87 salî ku 45 roj berê ji ber cezayê lê hat birîn hatibû girtin di 9’ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê tê girtin, her ku diçe rewşa tenduristiya wî girantir dibe û ligel vê jî dermankirina wî tê astengkirin.  Niha jî girtiyên nexweşiyên giran Abdullah Turan, Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî nin, tevî hemû serlêdanan nayên dermankirin û nayên berdan. Ji ber ku nayên berdan û nayên dermankirin her ku diçe rewşa wan giran dibe.

Parêzera wan Gulîzar Tuncer, bang li cemaweriyê kir û xwest bi hestiyarî nêzîk bibin û li girtiyên nexweş xwedî derkevin. Prz. Tuncer anî ziman ku girtiyên nexweyiyên giran ên fîzîkî û ruhî ji bo bên dermankirin li Tirkiye 5 girtîgehên cuda yên Tîpa R hene û wiha got: “Girtîgehên Tîpa R a Metrîs û Menemenê qaşo ji bo girtiyên nexweşiya giran hatine sazkirin. Lê mirov nikare bêje şert û mercên ji bo girtiyên nexweşiya giran hatiye avakirin. Her çend girtîgehên Tîpa R  ji bo girtiyên nexweş hatibin avakirin jî şert û merc ne guncav in û ev yek ji bo girtiyan vegeriya ye cihê êş û îşkenceyê. Pêkanînên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê li dijî mirovahiyê ye. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş rewş pir xerab e. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran du hucreyên yek kesî te tên girtin. Girtî neçar in tevî wî halê xwe yên nexweş xizmeta hev bikin. Personelên girtîgehê bi girtiyên nexweş û pêdiviya wan bi alîkariyê heye eleqeder nabin. Di pêvajoya Saziya Tipa Edlî ya sewqê de pirsgirêk heye. Girtiyê nexweş Abdullah Turan, ji navê û berjêr felç e. Serdal Yildirim felç e. Ergîn Aktaş destê wî ji zendê de tune ye. Lê ev 3 girtî neçarin bi xwe xizmeta hev bikin.”

‘Girtî terkî mirinê kirine’

Tuncer da zanîn ku rewşa Ergîn Aktaş, Serdal Yildirim û Abdullah Turan her diçe xerab dibe û got: “Girtî terkî mirinê kirine. Di nava şertên li dijî mirovahiyê de dijîn. Terkî mirinê hatine kirin. Ger ku neyên dermankirin û xizmeta wan neyê kirin rewşa wan xerab e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar