Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Serhedê dema berhevkirina simaqê

Li herêma Serhedê bi hatina demsala payîzê re gundiyan dest bi berhevkirina simaqê kir. Jinên ku her sal bi zehmetiyên mezin simaqê kom dikin diyar kirin ku simaq ji her nexweşiyekê re derman

Li Serhedê bi hatina demsala payîzê re li gundê Atêş ê girêdayî navçeya Elbaxê ya Wanê şînketiya ku wek simaqê tê binavkirin û gelek feydeyên wê mîna îştehvekirin û serifandinê hene, komkirina wê ji aliyê jinan ve hat destpêkirin. Simaqa ku di cîhanê de bi sedan cûreyên xwe tê zanîn li cihê sar û bilind şîn tê. Simaq di nav xwarinên herî bi tam de tê bikaranîn. Jinên ku simaqê berhev dikin diyar kirin ku simaq ji her nexweşiyekê re derman e.

Jina bi navê Behîce Ozdemîr bal kişand ser girîngiya simaqê û wiha got: “Simaq xwedî bi sedan cûreyan e. Li her derên cîhanê bi cûreyên xwe yên cuda tê zanîn. Li herêma me du cûreyên simaqê hene ew jî simaqa sor û ya gewr e.  Simaq di meha tebaxê de çêdibe û heta meha îlonê heye. Berhevkirina simaqê gelek zahmet e. Em jinên gundî her meha tebaxê kom dibîn û diçîn simaqê berhev dikin. Simaq di her xwarinan de tê bikaranîn û di heman demê de ji her nexweşiyekê re jî derman e. Berhevkirina wê zehmet e lê hêja ye. Amadekirina wê ya piştî çinînê jî heye.  Simaq destpêkê tê berhevkirin û piştre tê ziwakirin. Piştî ku hate ziwakirin êdî ji xwarinê re amade ye. Di xwarinan de tê bikaranîn, bi rastî pir cuda û xweş dide xwarinan.”

‘Simaq hem bi tam e û hem jî derman e’

Semra Yildirim behsa taybetmendiyên simaqê kir û ev tişt anî ziman: “Simaq li hemû herêmên çiyayî şîn dibe. Em jinên gundî her sal ji bo berhevkirina simaqê kom dibîn. Gundî hemû ji vê simaqê sûd werdigirin. Taybetmendiyên simaqê zêde ne. Ger ku simaq di wexta xwe de neye berhevkirin tama wê tehl dibe û nexweş dibe. Bo ku tal neb divê hîn baranên payîzê dest pê nekirîn bê berhevkirin. Em ji di meha tebaxê de dest bi berhevkirina wê dikîn û heta dawiya meha îlonê. Simaq li navçeyê tenê li gundê me û gundê Omeryayê çê dibe. Di heman demê de simaq ji her nexweşiyekê re jî derman e. Ji ber wê em ji dixwazîn ji her tiştekê simaqê sûd werbigirin.”

Her wiha Denîz Yildirim jî diyar kir ku tahma simaqê ne wek lîmonê ye xwarinan wê xweş û bi tahm e. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar