Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Guhêrtina avhewayê fikaran zêde dike!

Tevgera Meteorolojiya Cîhanê (WMO )  beriya civîna Neteweyên Yekbûyî ( NY) li ser guhertinên avhewayê daxuyaniyek da. Li gorî lêkolînên dawî yên WMO’yê rewşa guhêrîna avhewayê her diçe xerabtir dibe

Beriya hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ku li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê werê kirin, Tevgera Meteorolojiya Cîhanê (WMO) li ser guhertinên avhewayê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya WMO’yê ya di BBC’yê de hatiye weşandin bandora germahiya kurewî û nîşaneyên wê her ku diçin zêde dibin. Li gorî tomarên di navbera salên 2014 – 2019’an de germehiya herî zêde di van 5 salan de pêk hatiye.

WMO’yê di daxuyaniya xwe de sedemên neyînî yên ku di navbera 2014 – 2019’an de zêdebûye bi awayekî berfireh nîşandan û qala bûyerên ku di van 5 salan de pêkhatî; bilindbûyîna ava bêhran û berdana korbondîoksîtê ya ku gihaştiye lûtkeyê û qala hewcebûyîna kêmkirina berdana karbonê ya ku bi awayekî lezgînî divê bikin, kirin.

Wek tê zanîn xebetên WMO’yê yên zanistî yên ku li ser sedemên zêdebûyîna germahiyê sekinîne. Li gorî lêkolinên saziyê; Germa kurewî ji sala 1850’î û vir ve 1,1 pîleyî zêde bûye lê ji 2011 heta 2015’an germahiya kurewî 0,2 zêde bûye. Ev jî tê wateya zirara ku di 14 salan de lê hatiye dayîn ji zirara 169 salan zêdetir bûye. Sedema vê bêpîvaniyê jî WMO wekî zêdebûyîna berdana karbonê nîşan dide.

Di encama xebata WMO’yê de xala herî girîng a ku derketî pêş; bilindbûyîna behran e. Zêdebûyîna asta ava behran ji sala 1993’yan û heta roja îro 3,2 mm ye. Lê belê ji gulana 2014’an heta 2019’yan di salê de 5 mm zêde bûye. Li ser vê yekê sekreterê giştî yê WMO’yê Petterî Taalas ev tişt anî ziman: “Bilindbûyîna asta behran her ku diçe bilind dibe û ev yek çiqas here dê xerabtir bibe. Em ketine nav fikarên helandina girseyên qeşayê yên li Antartîka û Grondlanda yê.”

Xebata WMO’yê ya li ser guhertina avhewayê ji bo pêşkêşkirina civîna NY’yê ya ku dê li New Yorkê were lidarxistin, hatiye amadekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar