Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Rêveberiya xweser: Dûrxistina aliyekî ya ji destûra bingehîn dê aloziyê kûrtir bike

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nivîskî destnîşan kir ku dûrxistina wan a ji amadekirina destûra bingehîn a Sûriyeyê dê adilane nebe û tê wateya dûrketina ji demokrasiyê. Rêveberiya xweser diyar ki ew beşeke mezin a ji Sûriyeyê ne û ger ku destûra bingehîn bêyî wan bê amadekirin, dê ev yek aloziya Sûriyeyê kûrtir bike

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê forma destûra nû ya Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşnkirin ku ew bi çavekî pir girîng li mijara forma destûrê ya demokratîk dinêrin û dûrxistina aliyekî ji forma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê.

Daxuyanî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Piştî çend salan ji aloziya li Sûriyeyê û binketina hemû hewldanên avakirina îstiqrar û çareseriyê, êdî çareseriya siyasî û hevgirtina Sûriyeyê, çareseriya herî guncav e. Her wiha divê ew yek bi rêya helwestên cidî û berpirs ji hemû aliyan be, tevî girîngiya guhartina rast li Sûriyeyê û taybet ji bo keda ku hate dayîn, ji bo îstiqrar û qedexekirina parçekirinê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê û heta niha ji bo xebata diyalogê dixebite. Ev yek bi rêya lehengî û keda ku pêkhateyên gelê me ji bo amadekirina zemîna rast ji çareserî û diyaloga neteweyî ya Sûriyeyê, taybet girêdayî bidawîkirina hebûna tundiya leşkerî û berê xwe dayîna avakirina projeya neteweyî ya Sûriyeyê ku îro bi nûnertiya rêveberiya xweser pêk tê. Tevî vekirina hemû rêyên diyalogê û hevgirtina di navbera gelê Sûriyeyê de û destkeftiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikin xizmeta îstiqrarê û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Lê hemû hewldan, ji ber neamadebûna aliyên din, kêm man.

Em weke Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ji diyalogê û girîngiya wê ya ji bo gihandina lihevkirineke neteweyî ya sûrî teqez dikin. Di heman demê de em destnîşan dikin ku çi gavên ber bi çareserî û diyalogê û xebata siyasî ve hebe, divê bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyeyê û girîngiya hebûna îradeya siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê be ku nûnertiya îradeya milyonan ji pêkhateyên cuda li herêmên me dike.

Dûrxistina rêveberiya xweser ne adilane ye

Em bi çavekî girîng li mijara forma destûra demokratîk a Sûriyeyê bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyeyê û hemû pêkhate û herêman dinêrin, dûrxistina aliyekî ji forma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê ji bo destûrê. Em weke rêveberiya xweser dibînin ku dûrxistina îradeya gelê me ji hewldanên çareseriya siyasî û çi jî aliyên din be, bi taybet di çêkirina forma destûrê de, tiştekî ne adil e. Di demekê de ku ji bo yekbûna Sûriyeyê û gelê wê û xizmeta îstiqrar û demokrasiyê qurbanî dan, lewre em bi çi biryarên bê me ne eleqedar in. Em dibînin ku nêrandina rewşa Sûriyeyê bi awayekî pratîk û li gorî rewşa heyî xizmeta îstiqrarê dike. Tunebûna parçeyekî girîng ji Sûriyeyê dê aloziyê kûrtir bike û ev yek jî li dijî ked û xebata me ya ji bo xizmeta Sûriyeyê û gelê wê ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar