Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bersûcên komkujiya 23 sal berê li ser kar in

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 23 sal berê di 24’ê îlona 1996’an de gardiyan, polîs û leşkeran bi ser odeyên girtiyên PKK’ê de girtibûn û 10 girtiyên siyasî hatibûn kuştin. Piştî demekê danişîna dozê bi hincetên cuta hat betalkirin. 23 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine cezakirin û li ser kar in

Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser girtiyên siyasî zext û zor pir zêde bûbû. Di 24’ê Îlona 1996’an de leşker, polîs û gardiyanan bi ser odeyên girtiyên siyasî yên PKK’ê de girtin û 10 girtî kuştin. Leşker û polîsan bi şîş û hesinan li serê girtiyan xistin û bi îşkenceyê ew qetil kirin. Di bûyerê de 24 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de girtiyên siyasî Erkan Hakan Perîşan, Cemal Çam, Hakki Tekîn, Ahmet Çelîk, Edîp Dîlekçî, Mehmet Nîmet Çakmak, Ridvan Bulut, Mehmet Kadrî Gumuş, Kadrî Demîr û Mehmet Arslan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re 23 sal derbas bûn lê kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Berpirsiyarên wê demê niha  hêj li ser kar in.

3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê 89 kesan de bi hinceta tev li komkujiya 24’ê Îlona 1996’an a Zindana Amede bûne doz vekiribû. Di darizandina 89 kesan de li 62 kesan bi hinceta ji qetilkirina 10 girtiyên PKK’ê berpirsiyar in ceza birîbû. 1’emîn Daîreya Dadgeha Bilind ev ceza kêm dît û doz xera kir. Heyeta Dadgeha Bilind di 11’ê gulanê de bi yek dengî û bi hinceta 6 rûpelan biryar da ku doz bê xerakirin. Dadgeha bilind li ser serlêdana xizmê girtî Îskan Osal û kesên ji heman dozê de tên darizandin Mahmut Çaça, Halil Uygun, Azîz Gurer, Fethî Ahmet Onat, Mehmet Şakîr Tanrisever û Recep Alacan serlêdana temyîzê kir. Dadgehê diyar kir ku hemû bersûc ji aliyê parêzerekî ve bên darizandin li gorî zagona parêzeran sûc e û xwest her bersucek ji aliyê harêzerekî ve bên parastin.

Bi hinteca dem boriye doz betal bû

Dadgehê xwest ji bo bersûc Murat Kizişar, Salîm Şahîn, Çoşkun Ekîncî, Murat Tutal, Seyfullah Turkmen, Harun Drama, Seydî Unlu, Alî Osman Yîtmez, Cemîl Unsal, Naîl Yilmaz, Namik Bozalan, Ahmet Yilmaz, Unver Avci û Îbrahîm Ergun cuda cuda parêzer bên tayînkirin. Dadgehê da zanîn ku mafê bersûcan ê parastine tê astengkirin û xwet mafê wan ê parastinê bê xurtkirn. Dadgehê piştî doz xera kir şand ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Der barê 72 bersûcan de di sala 1996’an de doz vebibû û di sala 2006’an de bi encam bûbû. Der barê 62 bersûcan de ji bo her kesekî 5 sal ceza birîbû. Di gulana 2019’an de li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi hinceta dem boriye dosya dozê betal bû.

Bersûc terfî kirin

Midûrê Şaxa Kaçakvaniyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Amedê Vedat Çolak, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê terfî kirin û kirin Serokê Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan.

Mahmut Çaça yê ku dema li Girtîgehê komkujî pêk hat, Midûrê 2’emîn bû, niha kirin Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ku herî zêde li dijî girtiyan binpêkirin zêde ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar