Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Dêrsimê wesayîta leşkerî ciwanekî kurd kuşt

Ciwanê 22 salî Oktay Er ê li navçeya Mazgêrta Dêrsimê wesayîta zirxî ya leşkerî lê xist, jiyana xwe ji dest da

Li bajarên herêmê, wesayîtên zirxî her roj dibe sedama mirina mirovan. Piştî zarokê 6 salî Efe Tektekîn ê di 11’ê îlonê de li navçeya  Rezan a Amedê, di encama lê xistina wesayîta zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, vê carê jî li gundê Goktepe yê navçeya Mazgêt a Dêrsimê wesayîta leşkeran li ciwanê bi navê Oktay Er xist û jiyana xwe  ji dest da. Li gorî agahiyan, ciwanê 22 salî Oktay Er ê duh bi şev xwest ji gundê Goktepe derbasî gundê Çîmenli bibe wesayîta leşkerî lê qulipiye. Er di encama lê xistina wesayîtê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Er, ji bo otopsiyê şandin Meletiyê

Bavê Er: Ezê gilî bikim

Bavê Oktay Cebraîl Er diyar kir ku buyer li ser rêya mezin a ripîrast pêk hat û wiha got: “Kurê min di encama wesayîta leşkeran a bi lez dihat û lê xistiye de jiyana xwe ji dest da. Li cihê bûyer em 3 saetan rastî dozger man. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze şandin navçeya Mazgêrtê. Li wê derê ambûlans nedan me. Em li nexweşxaneya navêndê geriyan. Wan jî ambûlans neşandin. Piştî rayedar ketin dewrê, nû ambûlans şandin. Ji wir jî cenaze şandin Meletiyê. Çawan dibe ku kurê min li ser rêya rast nebînin. Kurê min kuştin. Ezê derbarê kesên kurê min kuştin de gilî bikim.”

Cenazeyê Oktay Er wê sibe li gundê  Çîmenlî bê definkirin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar