Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’a Antalyayê, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Antalya û Alanyayê de raporek amade kir. ÎHD’ê di raporê de diyar kir ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û 27 zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne
Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê de raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku Hacîre Çay û Gurbet Ozturk ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin ketibûn greva birçîbûnê, baş nehatine tedawîkirin û haat gotin, ji bo Hacîre Çay fikarên ku dibe Wernicke Korsakoff lê peyda bibe çê bûye lê belê Polîklînîka Dahîliyeyê bal kişandye ser Vertîgoyê. Her wiha di raporê de hat gotin ji ber teşxîs nehatiye dayîn Çay nehatiye tedawîkirin.
Bi mehan li benda sewqkirinê ne
Di raporê de hat ragihandin ku muayeneye di weziyeta kelemçeyî de li girtiyan tê ferzkirin lê belê girtî bi vî awayî tedawiyê red dikin û wiha hat gotin: “Sewqkirinên ji bo girtîgehan û sewqkirinên lezgîn jî di nav de, li nezaretxaneyên sar û yên cih di wan de tune ye bi saetan tên sekinandin. Ev rewş ji bo girtiyan îşkence ye. Her diçe tenduristiya wan xirab ddibe. Bijîşk muayeneya di weziyeta kelemçeyî de li wan ferz dikin. Gelek nexweş hene ku bi mehan e li benda sewqkirinê ne, lê dema tên sewqkirin jî ji ber muayeneya di weziyeta kelemçeyî de li wan tê ferzkirin qebûl nakin û bêyî bên muayenekirin wan tînin girtîgehê. Her wiha girtî diyar dikin ku xebatkarên tenduristiyê jî bi cihêkarî û dîkekirinê nêzî wan dibin. Hat gotin, guh nadin çîroka girtiyan.”
‘Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin’
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, mafê tedawîkirinê yên girtiyê nexweş Omer Acara, Şukru Ebînç û Mehmet Salih Fîlîz, tên binpêkirin û wiha hat gotin: “Omer Acar, ji dilê xwe nerihet e. Gava li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê bû, bêyî sedem sewqî Girtîgeha Seydîkemer/Eşne yê hatiye kirin û li vira bi mehan di hucreyeke yekkesî de hatiye hiştin. Paşê wî birine Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Desteya Tenduristiyê ya Antalyayê, gotiye ew nikarin wî berdin û wî sewqî Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê kirine. Girtî birine Stenbolê. Bi qasî 2 mehan rapor nedane wî. Di vê navberê de 4 meh û nîv şûnde înfaza Omer Acar temam dibe. Mehmet Salîh Fîlîz jî, nexweşîna ulseratîf kolît a giran lê peyda bûye. Yek ji wan zarokên Pozantiyê ye. Ji ber êşê û xwînê rewşa wî pir xirab be. Desteya Tenduristiyê rapor dayê û gotiye dikare di girtîgehê de bimîne. Şukru Ebînç jî dilê wî nerohet e û tansiyona pê re heye. 61 salî ye. Ji bo tedawîkirina diranan 6 mehan hatiye sekinandin.”
27 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, mafê girtiyan ên pêwendiyê hatiye binpêkirin û ji meha Çileyê ve rojnameya Yenî Yaşamê nadin we. Di raporê de hat diyarkirin ku di dema lêgerînan de amûrên şexsî yên girtiyan tên desteserkirin û çalakiyên civakî yên girtitiyan heftê saetek e. Di raporê de hat destnîşankirin ku xwarinê baş nadin girtiyan û her wiha hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 17 zarok hene û 27 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de jî tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne.
Di raporê de hat bilêvkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, nexweşîna Ramazan Sayin a did ema greva birçîbûnê de dest pê kiriye hîn jî didome û Ziya Ozbay jî piştî greva birçîbûnê ji ber dilê xwe nexweş ketiye. Di raporê de hat diyarkirin ku li Alanyayê jî muayeneya di weziyeta kelemçeyî de tê ferzkirin û hin girtî 4 meh in li benda sewqkirinê ne. Di raporê de wiha hat gotin: “Heta girtiyê bi navê Ramazan Sayan, ji bo çavê wî bê muayenekirin serî lê daye lê 8 mehan hatiye sekinandin. Li Alanyayê ji xeynî bijîşkê girtîgehê heftê carekê pisporê dahîlyeyê û carinan jî bijîşkên pispor ên nexweşînên din tên. Rojnameya Yenî Yaşamê nayê dayîn, qenalên TV’yan hatine sînordarkirin. Nameyên bi kurdî tên desteserkirin. Her heftê di bin navê lêgerînê de qawîş tên beawelakirin. Xwarina tê dayîn ne paqij e.”
Her wiha komîsyonê di raporê de bal kişand ser rewşa LGBTÎ’yên girtî jî û hat gotin, her çend qawîşa LGBTÎ’yan di bloka jinan de be jî gardiyanên mêr diçin qawîşên wan û jinên trans bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Di raporê de wiha hat gotin: “Daxwazên wan ên ji bo emeliyat û nasnameya zayendî nayên qebûlkirin. Ji bo transan qawîşên tevlihev dibe cihê pirsgirêkan. Gava nerazîbûnên xwe tînin ziman, wan dixin hucreyên yekkesî. Ên qawîşên tevlihev naxwazin jî, ji bo wan çareyek nayê dîtin. Pirî caran bi êrîşên zayendî û tacizê re rû bi rû imînin.” ANTALYA