Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ked û rengê jinê ya li ser mehsereyê

Bi hatina dema mehsereyê jinan zend û bendên xwe badan û berê xwe dan nav rezan. Ji jinên ku her sal bi keda destên xwe dema mehsereyê pêşwazî dike, Menal Ocal diyar kir ku karê bi destên jinan tê kirin her bêtir serkeftî ye û got ku tevî zehmetiyan jî hewl didin berhemên xwedî cêjeke xweş biafirîni

Yek ji taybetmendiyên demsala payîzê ew e ku jin diçin ser mehserê û bi xebatek hêja dims, bastêx, benî çê dikin û bi vî rengî amadekariya zivistanê jî dikin. Jina bi navê Menal Ocal a ji gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û dema mehsereyê bi keda destên xwe pêşwazî dike wiha dibêje:”Em di dema mehsereyê de gelek kedê didin. Keda jinê bi qîmet e loma divê xwedî li vê kedê bê derketin.”

Ocal di destpêkê de behsa çêkirina dims û gebûlê kir û wiha domand: “Em serê sibehê zû tên ser rez. Em berê tiriyê xwe diçinin û şîreya tiriyê xwe derdixin. Piştre em bera sîtilan didin û agirê kuçekê xwe pê dixin. Dema kelek bi gebûlê dikeve yanî dikewide em datînin û heta dadinisele em bera sîtilek din dide. Piştî ku em bera sîtilê didin vê carê em ardê xwe dixin nav û heta ku çê dibe em li hev dixin. Piştre jî em li şalan dikin û li erdê datînin. Heta hişk dibe şûnde em êdî bastêxa xwe ji şal radike. Ji bo dimsê jî em berê şîreya tirî derdixin dawiyê qansî saetekê dikelînin piştre jî axê bera nav didin. Lê dema ku dims dikele em li hev dixin ji bo bi ser de neçe. Piştî sê çar saetan dikele şûnde em datînin da ku danisile. Heta ku em bastêxê û dimsê çêdikin em gelek zehmetiyan dikşînin. Her çiqas zehmet be jî em her dem hewl didin karê xwe baş bikin.”

Jin pêşengiya xebatan dikin

Di axaftina xwe de Ocal diyar kir ku ew dims, gebûl û bastêxê dema çêdikin gelek zehmetiyê dikişînin û wiha got:”Tirî hinek salan zêde ye hinek salan kêm e. Dema tirî kêm be kewdeyên mehsereyê jî kêm in. Di bin tavê de û li ber agirê kuçikê ji bo çêkirina dims û gebûlê tê pêxistin xebat gelek zehmet e. Lê tevî vê zehmetiyê jî em hewl didin tiştên xweş biafirînin. Jin di qada xebatê de xwedî rolek girîng e. Dema em zarokbûn dîsa jinan li gundê me pêşengtiya karê mehsereyê dikirin. Di her qada jiyanê de jinê ked daye û xwedî berhemên hêja ne.”

Keda jinan bi qîmet e

Her wiha Ocal anî ziman ku xweza û jin ji hevdu cuda nikare bê nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her sal tên ser mehsereyê û hewl didin ji xwezayê feyzê bigirin û bi xwêdana eniya xwe berhemên xwedî cêjeke xweş biafirînin. Xwezaya gundê me gelek xweş e. Di nava çiya de ye. Dema em dixebitin em diwestin lê bi saya xwezaya xweş a gundê me em westandina xwe ji bîr dikin. Xweza ji hevdu cuda nikare bê nirxandin. Bi feyza ji xwezayê tê girtin em di dema mehsereyê de gelek kedê didin. Keda jinê bi qîmet e loma divê xwedî li vê kedê bê derketin. Divê xwedî li keda jinê bê derketin da ku hêviyên civakê geştir bibin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar