Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qedexekirina Çira TV biryareke siyasî ye

Ragihandina Êzidxanê qedexekirina Çira TV li Laleşa Nûranî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye û bang li berpirsyaran hate kirin ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin

Qedexekirina karên Çira TV li Laleşa Nûranî di nava civaka kurd de bi taybetî li nava êzidiyan bû sedema nerazîbûneke mezin.

Ragihandina Êzidxanê bi daxuyaniyeke nivîskî biryar şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Çira TV di nava 7 salên xwe yên weşanê de hewl daye bibe dengê civaka êzidî û hate gotin, “Ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve Çira TV bû yekem televîzyona serbixwe ya êzidiyan ku di nava civaka xwe de kar kir û planên qirêj ji raya giştî re eşkere kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku vî karê Çira TV hin aliyên siyasî aciz kiriye, lewma xebatkarên wê her tim bûne hedef. Ragihandina Êzidxanê qedexekirina karên Çira TV li wargeha pîroz Laleşa Nûranî weke biryareke siyasî pênase kir û wiha got: “Em vê biryarê li dijî tevahiya civaka xwe ya êzidî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe wê kes nikaribe dengê azad qut bike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Çira TV di weşanên xwe de heta niha bi armancên siyasî tevnegeriya ye û hate gotin, “Di nava 7 salên weşana xwe de çanda kevnar, rê û resmên olî û civakî yên êzidiyan bi raya giştî re parve kir.”

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya deverên pêwendîdar hate kirin ku li dijî qedexekirina karên Çira TV yên li başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û  wiha hate gotin: “Eger bêdengî hebe wê sibe hemû ragihandina azad were qedexekirin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar