Cenazeyê ciwanê 22 salî Oktay Er ê li navçeya Mazgêrdê wesayîta leşkerî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, li ber zêmaran hat definkirin
Cenazeyê ciwanê 22 salî Oktay Er ê li gundê Goktepe yê navçeya Mazgêrd a Dersimê, wesayîta leşkerî lê qelibî û jiyan xwe ji dest da, hat definkirin. Ji bo cenazeyê Er ê li Meletiyê otopsiya wî hat kirin û piştre anîn Dêrsimê û merasîm hat lidarxistin. Merasîm li mala cemê ya li navenda Dêrsimê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Er piştre li goristana gundê Çîmenlî, li ber zêmaran hat definkirin. DÊRSIM