Greta Thunberg jî di nav de 16 zarokan doz li rêveberên pênc welatan vekirin ku Tirkiye jî di nav de ye, ji ber ku konvansiyona mafên zarokan binpê kirine.
Ciwan û zarok mehên dawî li dijî guhertina avhewayê dadikevin qadan û bangê dikin, lê belê karê wan ne tenê ev e.
Aktîvîsta Swêdî Greta Thunberg a 16 salî jî di nav de 16 ciwanan vê carê li qada hiqûqê dest bi hewldanan kirin.
Zarok nerazîbûnê nîşanî rêveberan didin ku li pêşberî guhertina avhewayê bi xemsarî tevdigerin û diyar dikin ku bi vî rengî mafên zarokan tên binpêkirin.
Thunberg li New Yorkê di dema civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir, rêveberên dinyayê beriya 30 salan soz dan ji bo parastina tenduristiyê û mafên zarokan, lê belê ev yek pêk neanîn.
Alexandrîa Vîllasenor ku weke Greta Thunberg a DYA’yî tê pênasekirin got, “Me hemûyan dîtin ku mafên me hatine binpêkirin û înkarkirin.”
Ji 12 welatan 16 kesên ji 8 heta 17 salî gilî kirin û pênc welatên ku di pratîkê de hawirdorê gemarî dikin kirin hedef. Zarokan giliyê rêveberên Fransa, Elmanya, Arjantîn, Brezîlya û Tirkiyeyê kirin. Gilîkirin di çarçoveya ‘protokola hilbijartinê’ de ya peymana Neteweyên Yekbûyî hate kirin. NEW YORK