Gelê Mexmûrê ev 70 roj in di bin dorpêça hikûmeta Başûr de ne. Rewşa gelek nexweşan giran bûye û hikûmet nahêle ku biçin derman bibin. Li dijî vê dorpêçê, çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî 25 roj li pey xwe hişt
Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê piştî ku berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin, ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji ber ambargoyê hêzên asayîşê yên PDK’ê di nav de nexweş jî, nahêlin ku tu kes ji wargehê derkeve û derbasî bajarên din ên başûrê Kurdistanê bibin. Dorpêç kete roja 70’an.
Ji bo rakirina ambargoya li ser wargehê, Meclisa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karên Derve ya Mexmûrê serî li gelek rê û rêbazên cuda dan. Lê hemû hewldanên wan ji hêla rayedarên hikûmeta herêmê ve bêbersiv hatin hiştin.
Çalakiya Dayikên Aştiyê
Li hêla din jî Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo rakirina ambargoyê li ber benda kontrolê ya hêzên asayîşa PDK’ê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya dayikan 25 roj li pey xwe hişt. Dayik tevî şert û mercên zehmet jî di çalakiya xwe de bi israr in.
Dayik bi israr in
Dayik dibêjin ku heta dorpêça li ser wargehê bidome, ew jî dê bi şev û roj li ber xwe bidin. Dayik bang li rayedarên hikûmeta Başûr dikin ku ambargoya li ser wargehê bi dawî bikin. MEXMÛR