Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Zarokên Şengalê dê di 1’ê cotmehê de dest bi sala nû ya perwerdeyê bikin

Sala nû ya perwerdeyê ya Şengalê dê di 1’ê cotmehê de dest pê bike. Mamosteyên Şengalê da zanîn ku amadekariyên wan ber bi dawiyê ve ne û niha navên zarokên nû qeyd dikin. Mamosteyan got ku zarok bi zimanê kurdî tên perwerdekirin

Bi rizgarkirina Şengal û derdora wê re, di çarçoveya xebatên jinûve avakirina herêmê de xebatên perwerdeyê jî hatin birêxistinkirin. Di encama xebatan de li herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, di sala 2015’an de perwerdeya bi zimanê dayikê hat destpêkirin. Heta niha 5 dibistan hatine vekirin û perwerde bi zimanê dayikê tê dayîn.

Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 4’an hemû wane bi zimanê dayikê tên dayîn. Ji refa 4’an û şûnde jî li waneyên heyî yên bi erebî û ingilîzî jî lê tên zêdekirin. Li dibistanên ku dikevin sala 5’an, 70 mamoste perwerdeyê didin û zêdetirî 600 xwendekarên wan hene.

Qeyd hatine destpêkirin

Perwerdeya sala nû dê di 1’ê cotmehê de dest pê bike. Di vê çarçoveyê de amadekarî hatine destpêkirin û avahiyên dibistanan tên amadekirin. Her wiha qeydên xwendekarên nû tên çêkirin. Qeydên ku îro destpê kirin dê heta roja destpêkirina dibistanan bidomin.

Perwerdeya bi zimanê dayikê

Têkildarî mijarê yek mamosteyan Henan Heyder axivî û destnîşan kir ku ew giraniyê didin perwerdeya bi zimanê dayikê. Heyder got ku ew bi zimanê erebî jî waneyan didin û wiha domand: “Beriya fermanê, perwerdeya bi zimanê dayikê nebû. Piştî fermanê me dest bi perwerdeya zimanê dayikê kir. Her wiha bi zimanên din jî em waneyan didin. Ev sala 5’an e ku em perwerdeya bi zimanê dayike didin.”

Hejmara xwendekaran dê îsal zêde bibe  

Mamoste Kamîran Merwan jî anî ziman ku amadekariyên wan ber bi dawiyê ve ne û wiha wiha got: “Em niha navên zarokên ku dê nû dest bi xwendinê bikin qeyd dikin. Heta niha gelek malbat vegeriyane Şengalê. Ji ber vê yekê jî hejmara zarokên ku dê îsal dest bi perwerdeyê bikin, li gorî salên berê dê zêdetir be.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar