Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HDP: Pakêta darazê dê ji daxwazên gel re nebe bersiv

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç da zanîn ku pakêta darazê ya ku hikûmetê amade kiriye ji wan re hatiye şandin û diyar kir ku dê ev pakêt ji daxwazên civakê re nebe bersiv û dê bêbaweriya bi darazê zêdetir bike. Oluç bi lêv kir ku dê li ser pakêtê nîqaşên micid bimeşînin û hewl bidin ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî bê tevgerîn

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç di daxuyaniyê de pakêta darazê ya desthilatdariya AKP’ê amade kiriye nirxand.

Sarûhan Oluç anî ziman ku AKP’ê duh êvarê pakêta darazê pêşkeşî wan kiriye û wiha domand: “Daraz genî bûye. Mekanîzmaya darazê li Tirkiyeyê alîgir e û bi serê gel ve bûye bela. Di lêkolînan tên kirin de xuya dibe ku baweriya civakê ya bi daraza heyî nemaye. Ne tenê ji bo dozên siyasî, ji bo gelemperiya dozan bi vî awayî ye.”

‘Pakêt ji daxwazên civakê re nabe bersiv’

Di berdewamê de jî Oluç bi lêv kir ku pakêta heyî nirxandineke weke ‘Sererastkirineke demokratîk’ heq nake û wiha pê de çû: “Ji pakêta heyî mirov nikare qala reformekê bike. Em di wê baweriyê de nînin ku bi vê pakêtê re baweriya gel a bi darazê re zêde bibe. Ji ber ku ji daxwazên civakê re nabe bersiv. Bi Belgeya Stratejîk a Reforma Darazê jî careke din xuya dibe bê ka daraza Tirkiyeyê di rewşeke çiqas xerab de ye.”

Pêşniyaran dê bi desthilatiyê re parve bikin

Oluç da zanîn ku wan ji bo sererastkirinên di darazê de metneke ku ew weke ‘Paqijiya Rê’ bi nav dikin radestî wezareta dadê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kirine û ev tişt destnîşan kir: “Metna me ji 27 xalan pêk tê. Me bi taybet jî destnîşan kir ku divê Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) û Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) bê guhertin. Piştî Komîsyona Edaletê em ê di hefteya pêş de di Desteya Giştî de pêşniyarên xwe xal bi xal hem bi muxalefetê û hem jî bi desthilatdariyê re parve bikin.”

Guherandina TMK û TCK’ê

Di berdewamê de jî Oluç daxuyand ku hewceyî bi guherandina pergala xebitînê ya Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) heye û wiha derbirî: “Di mijara darizandina adilane de jî pêwîstî bi guherînan heye. Ev guherîn divê tenê bi qanûnan bisînor nemîne. Divê di Destûra Bingehîn de jî guherîn çêbibin. Di mijarên azadiya raman û xweîfadekirinê de neçarin ku di TMK û TCK’ê de guhertinan çêbikin. Ger bi ya me be divê TMK bi temamî bê rakirin. TMK şerma pergala hiqûqa Tirkiyeyê ye. Lê em di wê baweriyê de nînin ku tifaqa AKP-MHP’ê ji xwedî wêrekiyeke wiha be. Divê TMK li gorî standartên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bê amadekirin.”

‘Dê pakêt bêhiqûqiyê bi xwe re bîne’

Herî dawî jî Sarûhan Oluç wiha got: “Em ê pêvajoyeke micid a nîqaşê bidomînin. Ji bo ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî bê tevgerîn, em ê têbikoşîn. Ya ku ji destê me tê em ê bikin. Pakêteke ku AKP’ê li gorî xwe amade kiriye bê qebûlkirin jî dê bi xwe re bêedaletî û bêhiqûqiyê bîne. Mixabin ev pakêt dê tu rolekî erênî nelîze. Di rewşa heyî de desthilatî bi taybet jî serokomar fişarê li darazê dike û birêve dibe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar