PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HRE’yê li Ezaz û Mareyê li komên çete xist

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Ezaz û Mareyê çalakî pêk anîn. HRE’yê destnîşan kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de çeteyek hate kuştin û alaveke çeteyan hate rûxandin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên dawî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HRE’yê da zanîn ku di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî yên li hemberî artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê, hêzên wan li dijî komên çete yên li herêma Ezaz û Mareyê çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 24’ê îlonê de li dijî hewldanên avakirina çeperan a li derdora gundê Kefer Kelbîn ê Ezazê, çalakî pêk anî. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyê de alaveke leşkerî ya çêkirina çeperan hate rûxandin. HRE’yê diyar kir ku di heman rojê de hêzên wan li dijî komeke çete ya li derdora Mareyê çalakiya sûîqestê pêk anî û di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Topbarana artêşa tirk

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di navbera 23 û 24’ê îlonê de bi hewan û obusan sivîlên herêman ên li gundên Merenaz û Malikiyê yên Şerayê, gundê Başemrê yê Şêrawayê û gundên Herbîl, Şêx Îsa û Bendava Semûqa yên herêma Şehbayê topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar