Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

HPG:  Li Mêrdinê 2 endamên îstixbaretê hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li herêma Xirbê Mişka yê herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa tirk çalakî li dar xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla, operasyona li navçeya Westan a Wanê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa tirk çalakî li dar xistine. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kir: “Di  21’ê îlonê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Xirbê Mişka yê herêma Bagok a Mêrdînê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê hêzên me yên YJA-Starê li dijî yekîneyên dijmin yên derketîn operasyonê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de bi taktîka sabotajê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê ku xwestin li herêmê tevgera gerîla bişopînin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.”

Li navçeya Westanê operasyon

Bi berdewamî HPG’ê ev agahî da: “Di roja 13’ê îlonê de artêşa TC’ê ya dagiker li zozanên Arpet a navçeya Westan a Wanê operasyonekî dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê operasyonê de 5 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî operasyonê wê piştre ji raya giştî re were aşkerekirin.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa tirk de ev tişt ragihand: “Di 24’ê îlonê de navbera saet 08.40 û 09.40’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêma Werxelê ya herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar