Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KCD: Biryara Dadgeha Bilind biryareke dijminane ye

KCD’ê bi daxuyaniyekê biryara Dadgeha Bilind a têkildarî erêkirina cezayên siyasetmedarên kurd a di doza KCK’ê şermezar kir. KCD’ê ev biryar weke destekirina qirkirina siyasî ya tifaqa AKP-MHP’ê nirxand û da zanîn ku bi vê biryara siyaseta demokratîk a kurdan hatiye hedefgirtin û biryareke dijminane ye

Çend roj berê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayên ku di doza KCK’ê de li siyasetmedarên kurd hatibûn birîn nirxand. Dadgehê di nav de parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Mûsa Farisogullari û Leyla Guven jî, cezayê gelek siyasetmedarên kurd erê kir. Têkildarî mijarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara dadgehê şermezar kir.

KCD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku doza KCK’ê piştî darizandina deh salan bi encam bûye û wiha domand: “Bi awayekî yekser di raporên ku ji hêla serokomariyê ve hatin amadekirin de hat diyarkirin ku ev kumpas operasyona FETO’yê ye û di dîroka hiqûqa qada navneteweyî de bûye piniyekî reş. Dozên Ergenekon û Balyozê ji ber van sedeman bi serbestberdanê biencam bûn û hatin xistin. Lê mixabin ji bo doza KCK’ê ku ya berhemê heman kumpasê bû, biryareke cuda hate dayîn.”

‘Dadgeha Bilind qirkirina siyasî erê kiriye’

KCD’ê destnîşan kir ku Dadgeha Bilind bi biryara xwe xwedî li qirkirina siyasî ya ku ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve li dijî kurdan tê pêşxistin derketiye û ceza erê kiriye. KCD’ê di berdewamê de jî ev tişt diyar kir: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi giştî siyaseta demokratik û bi taybetî jî armanc kiriye ku siyaseta kurd a demokratîk tasfiye bike. Ev yek bi sepandin û polîtîkayan di şexsê doza KCK’ê de hatine kûrkirin. ‘Biryara’ Doza KCK’ê îfadekirina nenaskirine zagon û hiqûqê ye.”

‘Armanca tasfiyekirina siyaseta demokratîk e’

Di berdewamê de jî KCD’ê diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind biryareke nîjadî, dijminane, wêdekirin, bîrdozî û polîtîk e û wiha pê de çû: “Bi vê biryarê, hevseroka me Leyla Guven û endamê dîwana hevserokatiya me Mûsa Farisogûllari jî di nav de, di şexsê sedan siyasetmedarên kurd de, tasfiyekirina siyaseta demokratîk û muxalefetê hatiye armanckirin.”

Bang kir

KCD’ê bang li Parlamentoya Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE), saziyên neteweyî û naveteweyî yên hiqûqê kir ku li hemberî vê biryarê derkevin, nirxên hiqûqa gerdûnî û edaletê biparêzin û piştgiriyê bidin siyaseta demokratîk a kurdan. KCD’ê her wiha ji gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û saziyên demokratîk ên siyasetê jî xwest ku li dijî vê biryarê helwesta xwe nîşan bidin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar