Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Qesabê Reqayê’: Ji Tirkiyeyê bi rehetî çûm Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bûm

Ji serçeteyên DAIŞ’ê Anour Haddouchî ku weke ‘Qesabê Reqayê’ tê zanîn, di destê HSD’ê de ye. Çete Haddouchî dibêje ku bêyî ku pirsgirêkekî bijî, li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûye. Çete Haddouchî hovîtiyên ku kirine înkar dike û dixwaze ku li Belçîkayê bê darizandin

Yek ji çeteyên DAIŞ’ê ku li Baxozê hate girtin jî Anouar Haddouchî ((Abou Souleyman al Belgîkî / Abou Abderrahman) ê 35 salî yê belçîkayî ye. Haddouchî ku bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin, di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û ji ANF’ê bi Serkan Demîrel re axivî. Haddouchî di 3’yê adara 2019’an de li Baxozê hate girtin û ev 7 meh in li girtîgeheke bi ewlekariya bilind a di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dimîne.

Çete Haddouchî di sala 2014’an de tevî hevjîn û du zarokên xwe çû Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bû. Li gorî raporên îstîxbarata Belçîkayê, Haddouchî yek ji wan kesan e ku di nava DAIŞ’ê de bi bandor bû. Ji ber komkujiyên ku li Reqayê kir, di heman demê de hem li Belçîkayê hem jî li gelemperiya Ewropayê bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin. Yekî nêzî ji bersûcên komkujiyên Bruksel û Parîsê Mohamed Abrînî ye. Wezareta Fînansê ya Belçîkayê aşkera kiribû ku Haddouchî ji bo fînansekirina her du komkujiyan ji hesabê xwe ji Reqayê 3 hezar 500 euro ji Mohammed Abrînî re şandibû.

Li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû

Haddouchî ku li nava malbateke misilman mezin bû, li Brukselê karê ajokariya taksiyê dikir. Piştî ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, li mizgeftên tirk û fas ên li Brukselê komên selefî nas kir. Haddouchî der barê van koman de agahiyên berfireh aşkera nake. Di sala 2014’an de bi malbata xwe re di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bû. Têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê aşkera nake û der barê derbasbûna xwe ya ji Tirkiyeyê de jî wiha dibêje: “Em ji Brukselê derbasî Stenbolê bûn û ji wir jî çûn Dîlokê. Bi alîkariya kesên ku em li Dîlokê pêşwazî kirin, em derbasî Sûriyeyê bûn. Tevî ku li ser tevahiya sînor leşkerên tirk hebûn, em bêyî ku pirsgirêk bijîn derbasî Sûriyeyê bûn. Endamên DAIŞ’ê yên li aliyê din ê sînor em pêşwazî kirin. Di destpêkê de em birin bajarekî piştre jî birin Cerablusê.”

 

Li Reqayê perwerdeya leşkerî dît

Di berdewamê de jî çete Haddouchî anî ziman ku demekî kin li Cerablusê man û piştre jî ew birine Reqayê û wiha domand: “Li wir jî li kampeke leşkerî me perwerdeya leşkerî û şer dît. Piştre tevî malbata xwe ez li Reqayê mam.” Çete Haddouchî pirsên der barê wezîfeya wî ya li nava DAIŞ’ê bêbersiv dihêle û îdia dike ku wî ji DAIŞ’ê re şer nekiriye. Ji bo gotina ‘Tu weke Qesabê Reqayê tê binavkirin û weke fînansorê êrîşên Bruksel û Parîsê tê zanîn’ jî  Haddouchî tenê dikene.

Hemû sûcên xwe înkar dike

Haddouchî diyar kir ku piştî Reqa ji aliyê HSD’ê ve hate rizgarkirin, ew derbasî Meyadînê û piştre jî Dêra Zorê bûye. Çete Haddouchî tevî ku li Baxozê di 3’yê adara 2019’an de hate girtin jî her carê komkujiyên ku kirine înkar dike. Haddouchî qebûl dike ku DAIŞ’ê gelek komkujî li dijî sivîlan kiriye û îdia dike ku gelek komkujî li gorî ‘pîvanên şerî’ hatine kirin. Haddouchî tevî ku 5 salan di nava DAIŞ’ê de ma îdia dike ku poşman bûye.

Dixwaze li Belçîkayê bê darizandin

Çete Haddouchî dibêje ku ew dixwaze tevî hevjîna xwe Jûlîe Maes û du zarokên xwe ku nizane li ku ne, vegere Belçîkayê. Haddouchî herî dawî jî wiha dibêje: “Ez baş dizanim ku bi xwe nikarim biryarê werbigirim ku li ku bêm darizandin. Ez welatiyekî Belçîkayê me û dixwazim tev li malbata xwe vegerim wê deverê. Ger bêm darizandin divê li Belçîkayê bêm darizandin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar