Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dadgeha Bilind 475 sal cezayê li siyasetmedarên kurd hat birîn erê kir

 

Dadgeha Bilind di Doza Sereke ya KCK’ê de, 475 sal cezayê girtîgehê yê li 59 siyasetmedarên kurd hatibû birin erê kir. Di nava van kesan de parlementerên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî jî hene. Dadgeha Bilind, biyar da ku biryara erêkirina cezayê Guven û Farisogûllarî ji bo Serokatiya TBMM’ê bê şandin

Bi îdîaya “Meclisa Tirkiyeyê/KCK” di 14’ê Nîsana 2009’an de operasyonên qirkirina siyasî hatibûn kirin û dadgeha herêmî di vê dozê de ceza li 154 siyasetmedarên kurd birî bû. Dadgeha Îstînafê jî hikumê dadgeha herêmî pejirandibû. Li dijî biryara Dadgeha Îstînafê 134 kesan îtiraz kirin. Dadgeha Bilind jî der barê îtifaza wan de biryara xwe aşkere kir.

Dadgeha Bilind 9 sal cezayê girtîgehê ku bi îdîaya “endametiya rêxistinê” li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari hatibû birîn û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê bi heman îdîayê li Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatibû birîn pejirand. Dadgeha Bilind her wiha biryar wergirt ku di çarçoveya xala 84/2 a Destûra Bingehîn a mafê destnedanê yê parlamenteran, biryarê ji Meclisê re bişîne. Piştî ku biryar kete rojeva Civata Giştî ya Meclisê wê parlamenteriya Guven û Farisogûllari betal bibe.

Dadgeha Bilind biryara mehkûmiyetê ya der barê parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Pero Dundar hatibû wergirtin xera kir. Dadgeha Bilind her wiha cezayê girtîgehê yê 21 salan ê bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê” li Hevserokê BDP’ê Kamûran Yuksek, Bayram Altûn, Huseyîn Yilmaz û Ramazan Morkoç hatibû birîn pejirand.

Cezayê li şaredarên berê hat birîn erê kir

Dadgeha Bilind cezayê 9 salan ê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” li parlamenterê berê Hatîp Dîcle, Şaredarê berê yê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê berê yê Erxeniyê Nadîr Bîngol, Şaredarê berê yê Baglarê Yuksel Baran, Şaredara berê ya Nisêbînê Sara Aktaş, rêveberên BDP’ê Abbas Çelîk, Ahmet Erden, Cîbrahîl Kûrt, Nîhayet Taşdemîr, Pinar Işik, Elîf Kaya, Perguzar Kaygisiz, Zahîde Besî, Adîl Erkek, Mahmût Okkan, Bûrhan Karakoç hatibû birîn pejirand.

Dadgeha Bilind cezayê 6 sal û 3 meh ê bi angaşta “endametiya rêxistinê” li Şaredarê berê yê Pîranê Abdullah Akengîn, Şaredarê berê yê Şirnexê Ahmet Ertak, Şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Bûdak, Şaredarê berê yê Wêranşarê Emrûllah Cîn, Şaredarê berê yê Pirsûsê Ethem Şahîn, Şaredarê berê yê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredara berê ya Sixkê Gulcîhan Şîmşek, Şaredarê berê yê Êlihê Huseyîn Kalkan, Şaredara berê ya Rezanê Yûrdûsev Ozsokmenler, Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredara berê yê Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Şaredarê berê yê Licê Şeyhmûs Bayhan, Şaredara berê ya Şemrexê Nûran Atli Soyler hatibû birîn pejirand.

Bi heman îdîayê

Her wiha cezayê 6 sal û 3 meh ê bi heman îdîayê li parlamenterê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk, Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê Mûharrem Erbey, Ahmet Îlan, Ahmet Zîrek, Celal Yoldaş, Engîn Kotay, Esma Guler, Fîkret Kaya, Hasan Firat Uner, Hasan Huseyîn Ebem, Hasan Îraz, Kerem Dûrûk, Mehmet Tarî, Mûstafa Dogrûl, Ramazan Debe, Ramazan Odemîş, Tûncay Ok hatibû birîn pejirand.

Dadgeha Bilind her wiha 5 sal cezayê girtîgehê yê li endama Meclisa Şaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut û cezayê 5 salan ê girtîgehê yê li Mehmet Nîmet Sevîm hatibû birîn pejirand.

Heyet FETO’yî bûn

Hêjayî bi birxistinê ye ku doza li dijî siyasetmedarên Kurd ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê hate destpêkirin. Serokê wê dadgehê Menderes Yilmaz û dozgerên wê demê ji ber endametiya FETO ketin ber dozê. Yilmaz û dozger ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar