Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê ji bo deng û daxwazên xwe bimeşin’

Di çarçoveya pêngava ‘Tu jî rabe ser pêyan’ de dê TJA di 28’ê îlonê de meşek li dar bixe. Aktîvîsta TJA’yê Huya Alokmen bang li jinan kir ku tev li meşê bibin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ‘Tu jî rabe ser pêyan” de çalakiyên xwe yên ku dabûn destpêkirin berdewam dike.  TJA’ya ku meheke kampanyayê li dû xwe hişt, dê di 28’ê îlonê li Duryana Dunyayê ya li Peyasa Amedê meşekê li dar bixe û heta Parka Rojava bimeşe.

Aktîvîsta TJA’yê û hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen  derbarê armanca meşê de nirxandin kir û banga tevlibûnê li jinan kir.

Alokmen diyar kir ku TJA du mehên kampanyayê ku ji bo 6 mehan dabû destpêkirin, li dû xwe hiştiye û anî ziman ku ew li hemû qadan bi jinan re hatine gel hev û ji bo pirgirêkên wan di lêgerînê de ne û wiha got: “Dê di mehên pêşiya me de jî ev xebat berdewam bikin. Wekî hûn dizanin di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyan kirin û em jin li dijî vê jî têkoşînê didin. Ji ber ku qeyûm herî zêde jinan û destkefitiyên wan hedef digirin. Em ji qeyûmên ku berê hatin tayînkirin vê dizanin.  Ji ber vê em ê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman berdewam bikin.”

Banga tevlibûnê

Di axaftina xwe de Alokmen da zanîn ku bi têkoşîna jinan êrîşên li dijî pergala hevserokatiyê vala hatin derxistin û destnîşan kir ku dê jin xwedî li destkefitiyên xwe derkevin.

Her wiha Alokmen bal kişnad ser meşa ku dê di 28’ê îlonê de bê lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca meşa me ya bingehîn li dijî derketina qirkirina jinan, tecawiz û destdirêjî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan tê kirin e û xwedîderketina li peymana Stenbolê ye. Ji bo ku em dengê xwe û daxwazên xwe bidin bihîstin em ê bimeşin. Armanca kampanyaya me ya bingehîn ew e ku em rêxistinbûna jinan bi hêz bikin. Ji ber wê em bang li hemû jinan dikin tev li têkoşînê bibin û piştgiriyê bidin meşa me ya ku em ê di 28’ê îlonê de li Duryana Dunya ya li Peyasê pêk bînin û heta Parka Rojava bimeşin bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar