PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji bo danişîna doza Yuksekdag banga tevlibûnê

Meclisa Jinan a HDP’ê li gelek bajaran beriya danişîna doza Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bê dîtin, banga tevlêbûna danişînê kirin

Danişîna doza Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê sibê li Enqereyê bê dîtin. Têkidarî danişînê Meclisa Jinan a HDP’ê li gelek navenda daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de bang li herkesi kirin ku tev li danişînê bibin.

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê têkildarî danişîna doza Yuksekdag li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, azadiya wan, jiyana wan û hebûna wan a di qada cemaweriyê berdewam dike û wiha got: “Jin bi hevre têdikoşin û li ber xwe didin. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li danişîna Yuksekdag a sibê li Enqereyê bê dîtin bibin.”

Ji bo piştevaniyê tevlibûn

Daxuyaniya Sêrtê jî li ber avahiya HDP’ê hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş, Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Serdar Batur û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê gelek polîs kom bûn û li ser komê Drone firandin. Li vir parlamentera HDP’e ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016’an heta niha girtî ne û wiha domand: “2 hevserok ji heman dosyayê cara duyemîn tên girtin. Di hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Kesek ji heman dosyayê 2 caran nikare bê girtin. Îhtîmala ku sibê Fîgen Yuksekdag di danişînê de bê berdan ev biryar dane.”

Her wiha Beştaş ji bo piştevaniyê xwest herkes beşdarî danişînê bibe.

Bendariya wan ji hiqûqa AKP’ê tuneye

Meclisên Jinan a HDP’ê yê Stenbolê û Îzmîrê jî ji bo rûniştina Fîgen Yuksekdag û rûniştinên Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel ku di 16’ê cotmehê de dê bên dîtin civîna çapemeniyê li dar xistin û banga beşdarbûnê kirin.

Meclisa Jinan a HDP’ê li Êlihê jî li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, wekîlê hevserokên HDP’ê Gucemal Erdînç, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û gelek kesên din amade bûn. Parlamenter Ayşe Acar Baraşan da zanîn ku Demîrtaş û Yuksekdag wekî kesên dîlgirtî tên darizandin û wiha axivî: “Tu hevî û bendewariyên me ji Komîsyona AKP’ê ya hiqûqê tune ye. Em wekî hêzên demokrasiyê dê tekoşîna demokrasiyê berdewam bikin. Em ê li siyaseta jinan û jinên siyasetê xwedî derkevin.”

Doza mafdar dê li her qadê belav bibe

Li Dêrsimê jî daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê doza Yuksekdag a mafdar li her qadê belav bikin û her qadê bikin qada têkoşînê.

Meclisa Jinan a Rihayê li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Rihayê Adîle Oncel diyar kir ku bi girtina jinan peyemê didin jinên kurd û got ku dê tevî her tiştî têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.

Her wiha bi heman armancî li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, Mêrsîn û Hatayê jî daxuyanî hatin dayîn û ji bo piştevaniyê banga tevlibûnê hat kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar