Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Seta Arjen Arî li gorî bîranîna wî hate hazirkirin

Nûnerê Weşanên Sor ku 9 pirtûkên helbestan ên Arjen Arî cara pêşî bi hev re weşandî got bi hesasiyetekê li bîranîna Arî û malbatê bi kedekê hate hazirkirin

Seta ji 9 pirtûkên helbestan pêk tê ya Arjen Arî ku yek ji şaîrê girîng ê wêjeya kurd a modern e, di navbeyna 28 îlonê û 6’ê cotmehê de li Amedê, li Fuara Pirtûkan a 7’an a TUYAP’ê wê bigihêje ber destê xwendekaran.

Helbestkar Arjen Arî 30’ê cotmeha 2012’an bi nexweşiya pençeşêrê li Amedê koça dawî kir. Berhemên Arî ji 1979’an ve li Swêd, Tirkiyê û Kurdistanê di gelek kovarên mîna Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de weşiya. Arî di rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de jî dinivîsî. Heta niha 9 jê pirtûkên helbestan 15 pirtûkên Arî hatine weşandin. Hin helbestên Arî ji hêla stranbêjên kurd ve bûne stran.

Weşanên Sor ku mafê telîfê yê 9 pirtûkên helbestan ên Arî standî bi setekê da çapkirin. Pirtûk di navbeyna 28’ê Îlonê û 6’ê Cotmehê de di Fuara Pirtûkan a TUYAB’ê ya 7’an de li Amedê wê bigihe ber destê xwendekaran.

Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî got xwendekarên Arî dixwestin ku helbestên wî bi hev re bin, piştî ku xwe gihandine malbata Arî û bersiveke erênî standine dest bi xebateke wiha kirine.

Ronahî her wiha diyar kir di serdema bê de ew difikirin ku 9 pirtûkên Arî hem bi elîfbeya erebî û hem jî bi ya latînî çap bikin.

Ronahî diyar kir ku dema pêvajoya çapakirina pirtûkên Arjen Arî li gel malbatê demeke dirêj bi hev re xebitîne: ”Fikarên malbatên ji bo me girîng bûn. Malbatê dixwest ku pirtûkên şaîrekî mîna Arjen Arî bi profesyonelî werin çapkirin. Jixwe tu weşanxane an jî xwediyê berhemê demeke wiha dirêj nikare bi malbatê re bixebite, gelek weşanxane destûra vê nadin. Ji ber ku me dizanî ku malbat li ser vê mijarê hesas e ji destpêkê heta dawiyê em bi malbatê re bi koordîne xebitîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar