Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ey kurdino, dîn û baweriya we çi dibe bila bibe bibin yek’

Serokên partiyên kurdistanî têkildarî êrîşên li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê axivîn û destnîşan kirin ku armanca dewleta tirk ew e ku destkeftiyên kurdan tune bike. Serokên partiyên Kurdistanê wiha bang li gelê kurd kirin: “Hey kurdino, fikr û dînê we çi dibe bila bibe, bibin yek.”

Êrîşên hêzên artêşa tirk ên li ser başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê berdewam in. Têkildarî mijarê serokê giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak û serokê giştî yê Tevgera Azadiyê Ayetullah Aşitî axivîn û êrîşên dewleta tirk nirxandin.

Der barê mijarê de serokê giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç anî ziman ku tifaqa AKP-MHP’ê bi êrîşên li ser başûrê Kurdistanê re dixwazin deskeftiyên kurdan tune bikin. Kamaç diyar kir ku divê kurd ji Bakur heta Rojava û Başûr, hemû êrîşan weke berdewamiya hev binirxînin û wiha got: “AKP-MHP dixwaze destkeftiyên kurdan tune bikin û kurdan û erdnîgariya wan parçe bikin. Lewre ‘operasyona pençe’ divê tenê weke beşek ji vê konseptê bê nirxandin. Ji bo kurd nebin xwedî maf û statûyek, Tirkiye geh li ber derê Rûsyayê û geh jî li ber deriyê DYA’yê ye. Tekane daxwaza wan jî ew e ku serî bi kurdan bidin tewandin.”

Yekitiya neteweyî

Kamaç got ku êdî dem dema yekitiya kurdan e û wiha derbirî: “Gelê me di sindoqan, li kolan û kuçeyan jixwe tifaqa xwe ava kiriye. Gelê me dixwaze ku siyaseta kurdan bibe yek. Di hilbijartina 31’ê adarê de tifaqek çê bû. Berteka partiyên kurdan a li dijî qeyûman, ji bo vê tifaqê mînakeke berbiçav e. Li dijî polîtîkayên zext, zorî û tunekirinê tekane rêyeke li ber kurdan heye, ew jî yekitiya neteweyî ye.”

Gefên li dijî Rojava

Serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî daxuyand ku dewleta tirk ji damezirandina xwe ve weke pirsgirêka ewlehiyê nêzî kurdan dibe û ev tişt anî ziman: “Ji bo parçekirina kurdan jî êrîşên leşkerî pêk tîne. Lê siyaseta heyî têk çûye. Ev pirsgirêk bi komkujî, kuştin û girtinan dê çareser nebe. Em van êrîşan qebûl nakin û şaş dibînin. Rojava ji bo Tirkiyeyê talûke nîne. Li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Lewma helwesta DYA’yê ya ji bo kurdan û gelên Sûriyeyê girîng e. Tirkiye propagandaya şer dike û ger di vê helwesta xwe de bi israr be dê winda bike. Ji ber ku êdî Rojava xwedî wesfeke neteweyî ye.”

Bang li gelê kurd kir

Têkildarî mijarê serokê giştî yê Tevgera Azadî Ayetûllah Aşitî jî diyar kir ku di dîroka komarê de kîjan partî bûye îktîdar, êrîşî kurdan kiriye û hemûyan jî hewl daye ku bi şer li ser pêyan bimînin. Aşitî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî zîhniyeta înkarê me jî tifaqek ava kir. Ger ku AKP bi rastî jî qala îslamiyetê bike, wê demê bila dev ji vê zordarî û zilmê berde. Ez bang li kurdan dikim; hey kurdino, fikr û dînê we çi dibe bila bibe, bibin yek.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar