Danişîna hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Yuksekdag got ku heyeta dadgehê carek bes nedît ku ji heman dozê cara duyemîn biryara girtinê daye. Yuksekdag got ku dê dev ji parastina fikrên xwe bernedin
Danişîna 15’emîn a doza hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, pêkhateyên HDP’ê, dayika Yuksekdag, Munîre Yuksekdag û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Tedbîrên ewlehiyê yên li eywana danişînê zêde bûn û doz ji hêla gelek parêzeran ve hate şopandin.
Di danişînê de Yuksekdag dest bi parastina xwe kir. Yuksekdag di serî de ji ber erdhejê hêviyên başiyê ji bo gelên Stenbolê kir û hêvî kir ku bobelatên mezintir pêk neyên. Yuksekdag da zanîn ku pêwîste îktîdara siyasî bikeve pêşiya bobelatan û wiha dom kir: “Mixabin bobelatên xwezayî di xema desthilata heyî de nînin. Li Tirkiyeyê karesatên siyasî li pey hev diqewimin. Lê diviyabû ku mijara me ya yekemîn, parastina ewlehiya mirovan bûya. Erdheja Stenbolê careke din nîşanî me da bê ka em bi pirsgirêkên çawa re hevrû ne.”
Parastina Yuksekdag
Yuksekdag di dewama parastina xwe de jî ev tişt destnîşan kir:
“Şerpezetiyekî siyasî qewimî. Ji doza ku ez jê hatime girtin careke din hatim girtin. Cara yekemîne rastî tiştekî wiha têm. Ez û Demîrtaş bi lez û bez hatin darizandin û cara duyemîn ji heman dozê hatin girtin. Nîviya jiyana me ya girtîgehê li odeya SEGBÎS’ê derbas dibe. Wê rojê jî em li benda biryareke neyînî bûn. Ji ber ku li girtîgehê rewşeke awarte hebû. Rêgezên hiqûqa bingehîn hatin binpêkirin.
Di TV’yê de hîn bû ku ji bo girtinê hatiye sewqkirin
Vegotina tişta qewimî bi zora min diçe. Sûcê ku îdia dikin min kiriye hate xwendin. Min ji wan re got ku ev darizandineke dubare ye. Dozger got ku ew dizane. Tevî ku me jê re got ku ev pêvajoya lêpirsînê li gorî hiqûqê nîne jî, dozger bi israr em darizandin. Wê demê me fêm kir ku rewşeke cuda heye û biryara wê jî dozger nade. Opersyoneke jinişkêve bû. Min mafê xwe yê hiqûqî bi kar anî. Min got ku heta parêzerên min neyên dê parastinê nekim. Dengê xwe nekirin ji ber ku tiştekî ku pêşî lê bigirin nîne. Ji bo vê astengiyek nîşan neda. Di girtekan de jî bi vî awayî hatiye nivîsandin. Lê ya herî sosret ew e ku dozger bêyî ku hewceyî bi gotina ‘Ji bo girtinê hatiye sewqkirin’ bibîne, raste rast ez sewqî girtinê kirim. Ez di televîzyonê de hîn bûm ku ji bo girtinê hatime sewqkirin.
‘Desthilatî bi dadgeran serbilind e’
Li Tirkiyeyê endamên darazê hatine wê astê ku nikarin vê rewşê rave bikin. Min got qey dema ji bo girtinê hatime sewqkirin dem ji min re hatiye dayîn. Lê di jêrnivîsa televîzyonan de dihat gotin ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo girtinê hatine sewqkirin. Pêvajoya piştre ji xwe raya giştî jê agahdar e. Em derketin pêşberî dadger. Xuyaye bê ka dadgerê cezayê sulhê çawa dixebite. Desthilatî herî zêde mudaxaleyî dadgehan ango dadgeran dike. Ew erka ku li gorî armanca damezirandina wê lê hatiye barkirin, vala dernexist. Desthilatî pê serbilind bû.
‘Girtinek têrê nekir ji bo vê jî du caran girtin’
Careke din li Dadgeriya Cezayên Sulhê pêvajoyeke bi tendurist nemeşiya. Ji bo rêz û hurmeta me ya ji bo gelê me em ê derkevin dadgehê û tişta divê bibêjin dê bibêjîn. Em çi bifikirin dê wê biparêzin. Ji ber ku me bendewariya gelê xwe ji bo xwe weke peywireke rewa dît, derketim wê dadgehê. Ya aşkera hate daxuyandin. Biryara girtinê hate dayîn. Weke keseka du caran hatiye girtin li pêşberî we me. Girtinek têrê nekir. Du caran girtin. Bi vê re gelo ma dê gotinên min, fikrên min, hebûna HDP’ê yan jî girîngiya HDP’ê biguhere? 22 caran jî bigirin gelo dê ev heqîqet biguhere?
Danişîn bi parastina Yuksekdag dewam dike.
Ji 30 salan heta 83 salan ceza tê xwestin
Di çarçoveya dosyeyeke ku ji 92 rûpelan pêk tê de ji bo Yuksekdag ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Heyeta dadgehê ji ber xebatên di nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û yên din dixwaze Yuksekdag bi îdiaya ‘Rêvebera rêxistinê ye’ bidarizîne. ENQERE