Jina bi nexweşiya penceşêrê Ayla Seyîtoglû ya leşker û cerdevanan di saetên serê sibê de bi ser mala wê de girtin û jê xwestin ku beşdarî rûniştina li ber avahiya HDP’ê bibe. Seyîtoglu ku ev ferzkirin qebûl nekir hat binçavkirin. Hat zanîn ku Seyîtoglû tedawiya kemoterapiyê dibîn e
Leşker û cerdevanan, di saetên serê sibê de li gundê Serde ya navçeya Hênê ya Amedê, bi ser mala jina bi navê Ayla Seyîtoglû ya 50 salî ku bi nexweşiya penceşêrê ye de girtin. Leşkerên bi ser malê de girtin ji Seyîtoglû re gotin “Zarokê te li çiyê ye. Here ber avahiya HDP’ê ya Amedê û li wê derê rûne.” Lê Seyîtoglû ji ber ku ev ferzkirina leşkeran red kir, hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina Seyîtoglû nehat zanîn. Di heman demê de nehat zanîn ku leşkeran Seyîtoglû bi ku ve birine. Hat diyar kirin ku Seyîtoglû ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê, tedawiya kemoterapî dibîn e.
Li Amedê du kes hatin binçavkirin
Li aliyê din, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên rêveberê HDP’ê yê Amedê Şexmûs Şenyîgît ê li navenda Amedê dijî û welatiyê bi navê Yilmaz ê paşnavê wî nehat zanîn de jî girtin. Polîsan di lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin, Şenyîgît û Yilmaz binçavkirin. Her du kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin. AMED