Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelo ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tê?’

Di bîranîna Tahîr Elçî de rêveberê Baroya Amedê Tevfîk Karahan daxuyanî da. Karahan bal kişand ser erêkirina Dadgeha Bilind a cezayê kesên ji doza sereka a KCK’ê dihatin darizandin û wiha got: “Gelo ji bo kurdan hiqûqek cuda û ji bo tirkan jî hiqûqek cuda pêk tê?”

Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin bên darizandin di hefteya 195’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.

Rêveberê Baroya Amedê Tevfîk Karahan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku nederxistina kujerên Elçî şermek herî mezin e û heta hemû kujer û berpirs hesab bidin dê lêgerîna wan a edaletê bidome.

Karahan bi bîr xist ku Dadgeha Bilind li gel delîlên derew jî ceza birîna siyasetmedarên ji Doza Sereke ya KCK’ê dihatin darizandin erê kiriye û wiha got: “Dozên mîna Casûsiya Leşkerî, Ergeneok, Balyoz û Şîke bi hênceta ku bi fen û fût bûn hatin betalkirin. Dadgeha Bilind ji bo van biryarek daye û ji bo doza KCK’ê jî biryarek cuda daye. Gelo ji bo kurdan hiqûqek cuda û ji bo tirkan jî hiqûqek cuda pêk tê?”

Parêzeran piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar