Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Ne 40 roj, 40 meh jî derbas bibin em ê li ber xwe bidin’

Li Amedê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê jî amade bûn û gotin ku ew bi gelê kurd re ne û dê bi hev re têbikoşin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî di çalakiyê de anî ziman ku ne 40 roj, 40 meh jî derbas bibin dê li ber xwe bidin

Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê 40 roj li pey xwe hişt. Îro jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, pêkhateyên HDP’ê, partiyên tifaqa kurdistanî, hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatiyan, li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakî hate lidarxistin. Her wiha di çalakiyê de endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê jî ji bo piştevaniyê beşdarî Nobeda Demokrasiyê bûn. Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di nobetê ewilî hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku heta ku qeyûman dişînin dê li ber xwe bidin. Ceylan bal kişand ser çalakiya malbatên ku li ber avahiya wan û wiha got: “Waliyê Amedê gotiye ku ‘Rûniştina li ber deriyê AKP’ê xebata wan sînor dike.’ Lê heman çalakî li pêş HDP’ê  serbest e. Em vê durûtiya wan teşhîr dikin û qebûl nakin. Ev krîmînalîzekirina HDP’ê ye. Lê ev jî pûç derket.”

‘Em bi gelê kurd re ne’

Piştre jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê Kadîr Ozturk axivî û destnîşan kir ku ji bo piştevaniya HDP’ê hatine Amedê. Ozturk tayînkirina qeyûman şermezar kir û got ku divê gelên ku alîgirên demokrasiyê û aştiyê ne, bi hev re têbikoşin û qeyûman biqewirînin. Ozturk bi lêv kir ku ew bi gelê Amed, Mêrdîn, Wanê û bi hemû kurdan re ne.

Li ser navê partiyên kurdistanî jî hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya axivî û destnîşan kir ku gotinên wan hê neqediyane. Kaya daxuyand ku ew mafdar in û heta ku perdeya guhên desthilatdaran diçirin dê bi qîrin.

Bang li hikûmetê kir

Piştre jî parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu axivî û wiha derbirî: “Heke em li dijî qeyûm bêdeng bisekinin, dê qeyûman tayînî me hemûyan bikin. Ev yek nêzik e. Desthilatdariya Erdogan li ber têkçûnê ye. Li ser dayikan cotstandardî heye. Duh ez li Enqereyê bûm lê nehiştin dayikek du deqeyan biaxive. Gelo ma ew ne dayike? Dest ji polîtîkayên parçekirinê berdin. Werin em pirsgirêka hemû dayikan bi hev re çareser bikin.”

‘Me îro 40 rojiya wan derxist’

Herî dawî hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji peywirê hatiye girtin axivî û ev tişt anî ziman: “Ne 40 roj, 40 meh jî derbas bibin em ê li ber xwe bidin. di 19’ê tebaxê de darbeyeke siyasî kirin. Hiqûq qetil kirin. Me jî îro 40 rojiya wan derxist û fatîhaya wan xwend.”

Nobet piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan, bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar