Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Foza Yûsif got ku di lûtkeya sêalî ya li Enqereyê de Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li ser tevlênekirina rêveberiya xweser a di komîteya destûra bingehîn de li hev kiriye. Yûsif da zanîn ku her sê hêzan biryar dane ku li Sûriyeyê tu rêveberiyên xweser neyên avakirin. Yûsif diyar kir ku kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê êdî bibandor in û her çiqas hê xetere hebe jî kurd dê di vê sedsalê bêstatû nemînin
Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsîf têkildarî lûtkeya sêalî ya Rûsya, Îran û dewleta tirk, serdana Erdogan a li DYA’yê û gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Alî Ertaş re axivî.
Foza Yûsif anî ziman ku lûtkeya sêalî ya di 16’ê îlonê de li Enqereyê, berdewamiya civîna Astanayê bû û wiha got: “Xuyaye ku yek ji mijarên bingehîn ên ku li ser lihev kirine, avakirina komîteya destûra bingehîn e. Lê bi şertê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih negire. Di civînê de hat xwestin ku agirbesta li Idlibê bidome û rê nedin damezirandina tu rêveberiyên xweser ên li Sûriyeyê. Xuyaye ku her sê hêz jî dixwazin pergala netewe dewletê ya Sûriyeyê bê parastin. Ev jî têkoşîna 8 salan a gelên Sûriyeyê bêwate dike û vedigere beriya sala 2011’an. Ev yek ji bo gelên Sûriyeyê întihar e.”
‘Hêviyên Erdogan pêk nehatin’
Di berdewamê de jî Yûsif qala tevlêbûna serokê giştî yê AKP’ê ya civîna NY’yê û wiha dom kir: “Erdogan bi hêvî bû ku Trump destûrê bide dagikeriya wî. Lê biqasî ku me şopand, tişta ku dixwest bi dest nexist. Lê mijarên S-400 û moşekên patriyotê di rojevê de ye. Ger ev mijar neyên çareserkirin, dê ev yek bandorê li Sûriyeyê jî bike. Li gorî axaftinên Erdogan, xuyaye ku dê hewl bide peymana parastina sînor li gorî xwe binirxîne û pêk bîne. Lê ne rêveberiya xweser û ne jî HSD dê vê qebûl nekin.”
‘Xetereyeke mezin li ser kurdan heye’
Yûsif bi lêv kir ku pêkhateyên li herêmê di bin sîwana rêveberiya xweser de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ya rêveberî, leşkerî û siyasî pêş xistine û wiha pê de çû: “Vê jî planên gelek hêzan xera kir. Lewma dixwazin lawaz bikin û ger ku jê bê tune bikin. Ev jî encama polîtîkaya înkar û qirkirinê û statukaparêziyê ye ku li dijî guherînên azadîxwaz in. Divê neyê jibîrkirin ku hêj Peymana Lozanê bi dawî nebûye. Çawa ku di sedsala din de gelên herêmê parçe kirin û kurd bêstatû hiştin, hewl didin di vê sedsalê de jî heman tiştî bikin. Bi vê boneyê, şerê heyî ji bo kurdan metirsiyeke û em li gorî vê tevdigerin.”
‘Dibe ku êrîşî Rojava bikin’
Der barê polîtîkayên Erdogan jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Erdogan di nava aloziyeke mezin de ye. Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî, dixweze hêza xwe ya siyasî vegerîne. Ji bo vê jî pêdivî bi serkeftinekê dibîne. Ger hilbijartineke pêşwext li Tirkiyeyê çêbibe, dibe ku li dijî me êrîşeke leşkerî bikin. Dixwaze bi rêya penaberan demografyaya herêmê biguherîne. Le ev yek dê teqez neyê qebûlkirin. Helwesta rêveberiya xweser a di vê mijarê de pir zelal e.”
‘Dê komîteya destûra bingehîn bi ser nekeve’
Têkildarî avakirina komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê ku cih nedane kurdan jî Yûsif ev nirxandin kir: “Ev planeke pir xerabe. Dê aloziya heyî kûrtir bike. Tevlêkirina çend kesên kurd ku xwedî tu vîneke siyasî û leşkerî nînin, bi xwe re rîskên mezin tîne. Ev lîstikek e. Lê mixabin ew ne di ferqa vê de ne. Ez ne bawerim ev komîte biserkeve. Lê di dawiya dawî de divê bê zanîn ku li ser kurdan lîstikeke din heye. Em ê bi tu awayî biryarên ji derveyî vîna me hatine dayîn, dê qebûl nekin. Heta ku em hebûn û vîna xwe didin qebûlkirin, dê têkoşîna me ya siyasî, dîplomasî û civakî bidome.”
Xebatên dîplomasiyê
Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Foza Yûsîf da zanîn ku di hêla dîplomasiyê de hewldanên wan ên girîng hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê ji ber sedemên li jor me vegotin, encamên ku em dixwazin bi dest bixin zehmet e. Berjewendiyên dewletan ên sedsalan hene û ev jî bandorê dike. Li ser gelê me ev sed sal in ambargoyeke diplomasiyê heye. Şikandina vê dorpêçê hêsan nîne. Lê tevî vê jî me bandoreke mezin li ser cîhanê kir. Ya pêwîst, bi israr mezinkirina têkoşînê ye. Kurd di vê sedsalê de xwedî siyaset û proje ne. Êdî kurd li herêmê xwedî bandorin û dikarin lîstikên mezin xera bikin. Di asta cîhanê de kurd êdî xwedî bandor in. Di berxwedana Kobanê û Efrînê de ev zelal bû. Divê em di ferqa hêza xwe de bin û polîtîkayên rast û micid bimeşînin. Tevî hemû xeterayan jî heke ku em xeletiyên mezin nekin, em ê divê sedsalê de dê bikarin encamên girîng ên siyasî bi dest bixin.” AMED