Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo darizandina adilane 97 roj in di greva birçîbûnê de ye

Şerîf Mesûtoglû ku têkildarî bûyera kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mehmet Fatîh Safîturk 2 caran cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, bi daxwaza darizandina adîl 97 roj in di greva birçîbûnê de ye

Midurê Karê Nifûsê yê Qaymeqamiya Dêrika Mêrdînê Mesût Şerîfoglû ku têkildarî bûyera kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mehmet Fatîh Safîturk, 2 muebetên giran û 18 sal ceza lê hatiye birîn, bi daxwaza darizandina adîl 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Saîme Ateş Mesûtoglû ku duh li Girtîgeha Tipa T a Siwêregê bi hevjînê xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku hevjînê wê 28 kîlo li xwe kêm kiriye û daxwaz kir ku Dadgeha Bilind bi awayekî adîlane çav li dosyaya hevjînê wê bigerîne û biryar bide.

Saîme Mesûtoglû bi bîr xist ku hevjînê wê ji 24’ê hezîranê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Piştî cezayê ku hatiye dayîn, di dosya ku çûye Dadgeha Bilind de heta niha tu biryar nehatiye dayîn. Hevjînê min bi daxwaza darizandina adîl 97 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza hevjînê min tenê ew e ku dosya wî rojek zûtir li Dadgeha Bilind bê vekirin û lêkolînkirin. Dibêje ku bila dosya wî lêkolîn bikin cezayê ku danê bila dîsa bidin. Lewre heke dosya ji dil bê lêkolînkirin dê rastiya delîlên ku hatine reşkirin derkeve holê.  Heta îro darizandineneke adilane çênebûye. Daxwazek tenê ya Şerîf heye, ew jî darizandineke adilane ye.”

‘Nexweşê zêrikê ye û 28 kîlo dane’

Mesûtoglû diyar kir ku duh bi hevjînê xwe re hevdîtin pêkanîye, rewşa hevjînê wê gelek xera bûye, nikare biaxive û ev tişt anî ziman: “Tansiyona wî dikeve. Bi taybetî jî got ku bi şevan rewşa wî gelek xerab e. Dema ku radibe û rûdînê çavên wî reş dibe. Di derketin û daketina derenceyan de zehmetî dikişînin. Rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e. Nexweşê zerikê ye. Ji ber ku di greva birçîbûnê de ye, dermanên xwe nagire. Rewşa wî nebaş bûye, ew rakirine nexweşxaneyê lê tedawiyê red kiriye. Bêyî ku tedawî bikin careke din tînin girtîgehê. Daketiye 59 kîloyan. 28 kîlo dane.”

Banga darizandina adilane

Mesûtoglû destnîşan kir ku heta daxwazên hevjînê wê neyên qebûlkirin hevjînê wê di çalakiya xwe de bi israr e û daxwaz kir ku darizandina hevjînê wê demildest bê kirin.  Mesûtoglû di mijara darizandina adilane de bang li rayedar û derdorên hestiyar kir û got ku kujerên qaymeqam nehatine dîtin û dîtina kujeran peywira Wezareta Dadê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar