Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Serjimariyeke gengaz a li Kerkûkê ji bo kurdan xetere ye’

Nûnerên partiyên kurd ên li Kerkûkê anîn ziman ku hikûmeta Iraqê li Kerkûkê bi hincetên cuda gelek ereb bi cih kirine û demografyaya bajar guherandine. Nûneran da zanîn ku serjimariyeke di vê rewşê de ku partiyên kurd jî lawaz in dê ji bo kurdan encamên nebaş biafirîne û xetere ye

Proseya serjimariyê ya ku li navçeyên kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê ne pêk tê, bi biryar û armancekî siyasî tê kirin. Têkildarî mijarê Sekreterê Şaxa Partiya Tevgera Goran a Kerkûkê Mihemed Nesredîn, endamê Encûmeniya Navçeya Kerkûkê Ciwan Hesen û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê Zamo Kerkûkî ji ANF’ê bi Ehmed Kerkûkî re axivîn.

Mihemed Nesredîn anî ziman ku proseya serjimariyê, ji bo binesaziya aborî, biryarê siyasî û aborî ya li Iraqê proseyekî girîng e û wiha dom kir: “Lê belê heman prose li navçeyên kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê bi biryar û armanca siyasî tên kirin. Ev jî dê li ser çarenûsa wan navçeyan jî bandorê bike. Di şert û mercên niha de pêkanîna serjimariyê ya li Kerkûkê ku têde dijbertiya kurdan tê kirin, pêwîste şert û mercên heyî beriya pêkhatina serjimêriyê were başkirin. Ger di şert û mercên heyî de li Kerkûkê serjimarî pêk bê, dibe ku ev serjimariye ji aliyê neyarên kurdan ve di çarçoveyekî siyasî de weke çekekî li dijî kurdan bê bikaranîn.”

‘Dê bibe sedema kêmbûna nifûsa kurdan’

Nesredîn bal kişand ser encamên pêkhatina serjimariyê û wiha pêde çû: “Di rewşa neasayî ya wekî rewşa niha ya li Kerkûkê, pêkanîna serjimariyê dê bandorekî nebaş li ser herêm û hejmara kurdan bike. Rewşeke wiha dê bibe sedema kêmbûna nifûsa kurdan. Di hemû serjmijariyên berê de hejmara kurdan herî zêde derketiye. Lê ger niha serjimarî bê kirin dê ev bandorekî neyînî li ser nifûsa kurdan a navçeyê bike.”

Demografya hatiye guhertin

Ciwan Hesen jî bi lêv kir ku ji ber rewşa heyî ya nebaş a li Kerkûkê û bicih bûna koçberên ku ji ber şerê DAIŞ’ê hatine bajar, di hevsengiya demografyayê de guhertin çêbûye. Hesen got ku li gorî pergala serjimariyê ya niha, kî li ku derê be li ser wê derê tê hesibandin û wiha dom kir: “Mînak; yên ku di dema serjimêriya sala 2020’an de hatine Kerkûkê dê li ser  Kerkûkê bên hejmartin. Dê li gorî serjimariya sala 1975’an tevbigerin.”

‘Polîtîkaya Sedam temam dikin’

Hesen da zanîn ku hejmareke zêde ya ereban bi fermî hatine Kerkûkê û qeyda nasnameya xwe jî veguhestine. Hesen ev agahî dan: “Vê jî bi hinceta; ‘Gefên siyasî û civakî nikarin vegerin warên xwe’ dinixûmînin. Lê erebên ku hatine Kerkûkê, bi mebesta guhertina demografyayê hatine şandin. Ev rewş, temamkirina siyaseta rejîma Sedam Huseyn e.”

‘Welatî bêhêvî bûne’

Herî dawî jî çavdêrê siyasî Zamo Kerkûkî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Di rewşa nebaş a niha ya li Kerkûkê de pêkanîna serjimariyê dê bandorekî neyînî li ser pêgeha kurd çêbike. Bajar ji hêla siyasî, reveberî û ewlehî ve di destê kurdan de nemaye. Hejmarekî zêde ya ereban anîne Kerkûkê. Armanca bingehîn a serjimariyê ya niha, lawazkirina kurdan e. Kurdên li bajar bêhêvî û bêvîn bûne. Sedema vê jî ew e ku piştî her hilbijartinê hatine paşguhkirin. Ev jî dike ku welatî navên xwe ji bo hilbijartinê tomar nekin. Ev jî xetereyeke.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar