Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Makeqanûna bêyî rêveberiya xweser tê amadekirin dê têk biçe’

Nûnerên partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê der barê avakirina komîteya amadekirina makeqanûna Sûriyeyê de axivîn û da zanîn ku tevlênekirina nûnerên rêveberiya xweser, şaştiyeke mezin e. Nûneran diyar kir ku makeqanûneke bêyî rêveberiya xweser dê nûnertiya temamiya Sûriyeyê neke û dê têk biçe

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di 23’yê vê mehê de ragihand ku wan komîteya amadekirina makeqanûna Sûriyeyê ava kirine. Li gorî plana NY’yê, ji endamên komîteyê 50 jê ji rejîmê, 50 jê ji muxalîfan û 50 endam jî dê ji endamên NY’yê pêk bê. Li gorî vê planê, rêveberiya xweser li derveyî komîteyê hate hiştin. Der barê mijarê de Sekreterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Qeftan ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivîn.

Şêx Baqî ragihandina komîteya makeqanûnê girêdayî encama lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirk a li Enqereyê kir û wiha got: “Ev her sê dewlet dixwazin di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de xwedî rolekî mezin bin. Yek ji gavên domandina Astanayê ye. Gavekî rast û cidî nîne. Ji 3 parên Sûriyeyê yek jê di komîteyê de cih nagire. Avakirina vê komîteyê hewldaneke vala ye. Rêveberiya xweser heye û li herêma xwe bi awayekî rewa xwedî biryar e. Lê di komîteyê de cih nagire. Ev jî nîşan dide ku dê ev destûr çareseriyeke giştî bi xwe re neyîne.”

‘Planên cuda yên NY’yê hene’

Di berdewamê de jî Şêx Baqî bi lêv kir ku NY ji bo makeqanûna Sûriyeyê xwedî planên cuda ye û wiha domand: “Di kûrahiya mêjiyê hêzên navneteweyî de ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê çareseriyeke cuda tê fikirîn. Taybentmendiyeke cuda yê vê herêmê heye. Xeletiyeke dîrokî li vê herêmê çêbûye û divê li derveyî vê komîteyê çareser bibe. Li gorî vê komîteyê; yan ev herêm ne girêdayî Sûriyeyê yan jî ev komîteye vala ye. Ji bo ku makeqanûna Sûriyeyê bi hiqûqî be, divê di navbera rêveberiya xweser û rejîmê de lihevkirin çêbibe. Pirsgirêk divê bi diyalogên navxweyî çareser bibin.”

‘Tevlênekirina rêveberiya xweser şaştiyeke mezin e’

Der barê mijarê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Qeftan jî axivî. El Qeftan beşdarnebûna rêveberiya xweser di komîteya makeqanûnê de weke şaştiyeke mezin pênase kir û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên Cenevreyê de girîngtirîn xeta demokrasiyê tê paşguhkirin. Amadekirina makeqanûnê ya bêyî şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê mirî be. Em paşguhkirina rêveberiya xweser red dikin. Lê beriya makeqanûnê di serî de divê komkujî û dagirkeriya dewleta tirk bê sekinandin. Dê tevlênekirina rêveberiya xweser bi xwe re çareseriyê neyîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar