Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên Başûr li ser ‘Hevpeymana Kurdistanê’ li hev kir

Neh partiyên siyasî yên li Iraq û başûrê Kurdistanê dê bi navê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ bi lîsteyeke hevpar têkevin hilbijartina herêmî

Li Hewlêrê 9 partiyên başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên meclisên parêzgehên Iraqê ku biryare 1’ê nîsana sala 2020’an pêk were, civiyan. Civîna 9 aliyên siyasî bi dawî bû û daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Di civînê de biryar dan ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê bibin. Her wiha li ser navê lîsteyê jî li hev kirin. Wê navê lîsteyê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ be.

‘Dê civînên me bidomin’

Serokê Meclîsa rêveberiya PDK’ê a li Hewlêrê Kakemîn Necar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hemû aliyan li ser yek lîsteyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale li hev kirin. Hemû alî nêzikî hev in û divê heya dema hilbijartinên Kerkûkê û parêzgehên din rewş asayî bibe û desthilatiya ewlariyê ji bo polîsên federal bê dayîn. Ger em baregehên xwe li wan herêmên tev li hilbijartinê bibin venekin jî, em ê tev li hilbijartinê bibin. Em hemû piştgiriya vê lîsteyê dikin. Dê civînên me dewam bikin û em ê li ser xalên din jî li hev bikin.”

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Sedî Pîre jî got ku qanûna hejmara 140 a sala 2019’an, xwedî pirsgirêke û qanûneke ji bo kêmkirina hebûna kurdistaniyan a li herêmê û kêmkirina hejmara kursiyan e. Pîre got ku ji bo tu dengekî kurdan vala neçe, biryar dane bi yek lîsteyê tev li hilbijartinê bibin.

Pîre di dawiyê de diyar kir ku hemû kom û rêxistin dikarin tev li lîsteyê bibin û dê piştre li ser logoyê jî lihevkirinek çêbibe.

Partiyên tev li lîsteyê bûn

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Hizba Komunîst, Komeleya Îslamî ya Kurdistan, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û Bizûtneweya Îslamî beşdarî civînê bibûn. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar