Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Sebebê azara dayikên kurd dewleta tirk e

Ev çend hefte ne ku komek malbat û dayik bi awayekî ji aliyê dewleta AKP’ê ya şerê taybet ve organizekirî li ber avahiya HDP’ê ya Amedê tên rûniştandin. Tê gotin ku ev dayik dewa zarokên xwe yên beşdarî nav refên PKK’ê bûne dikin. Gelekî aşkera ye ku ev yek oprasyonek e dewleta AKP’ê ya şerê taybet e û ev dayik jî wek amûrazek şerê taybet tên îstîsmarkirin.

Erdogan ê ku şefê şerê taybet û kujerê dayikan e, hewl dide ku hinek dayikên kurd li hemberî doza kurd a hebûn û azadiyê bikar bîne. Kujerê zarokên kurd ê herî mezin, îro dîsa hewl dide ku bi destê kurd li kurd bide û berê berteka gel a li ser xwe, bide ser Tevgera Kurd a Azadiyê. Ev yek, di serî de li dayikan heqareta herî mezin e; debaskirina hemû sînorên sinc û binpêkirina rûmeta mirov e. Dewleta şerê taybet û şefê şerê taybet Erdogan ê faşîst, li paytexta Kurdistan bi rûmeta kurdan dileyîze. Ev lîstika bêrûmet, berê jî hatibû liyîstin, lê bi ser neketibû. Berevajî wê, lîstik li xwediyê xwe vegariyabû û plana lîstikvanên şerê taybet vala derketibû.

Helbet lîstikvanên şerê taybet, vê carê jî dê bi heman aqûbeta berê re rûbirû bimînin. Lewra gelê kurd, kujerên hebûn û zarokên xwe jî baş nas dike. Ev malbat û dayikên ku îro li Amedê bi hemdê xwe an jî bêhemdî xwe dibine amûrazê vî şerê taybet ê ji aliyê kujerên gelê kurd ên sondxwarî ve tê meşandin jî, dê bi rastiya vê helwest û nêzîkatiya gelekî şaş û rûmet bihîstin û rojekê ji roja din zûtir jî dê xwe ji nav vê lîstika şerê taybet ê li hemberî gelê kurd vekişînin!

Di hemû deman û hemû pirtûkên pîroz de jî dayîk, pîroz hatiye pejirandin. Gotina “dayîk xwedawend e” jî û gotina “bihuşt di bin lingê dayîkan de ye” jî li ser vê bingehê hatiye bikaranîn. Di kesayeta dayîkê de jî civak û mirovahî hatiye pîrozkirin. Lewra yekem civakîbûn, ango mirovbûn, li dora dayîkê, di bin pêşêngtiya dayikê de bi pêş ketiye û hetanî roja me ya îro hatiye.

Pergala dewletê ku wek pregala li dijî hemû nirxên civakê û mirovahiyê derketiyê holê, ji bo  dabînkirina serweriya xwe, destpêkê êrîşî cihana dayîkê kiriye û her tim bi pîrozweriya dayikê lîstiye. Lewra pergala dewletê ya qirker gelekî baş dizane ku bênirxkirin û bêhêzkirina dayikê, tê wateya bênirxkirin û bê rûmetkirina civakê bixwe. Civaka bênirx û bêrûmet hatî hiştin jî, civaka bêwate ye û ji her cure destwerdanên qirkirinê re vekirî ye.  Di roja me ya îro de pêşengîtî û berdevkiya vê êrîşê jî, bêguman dewleta tirk a faşîst û şefê şerê taybet Erdogan e. Divê em tu car ji bîr nekin ku êşa herî mezin, ji aliyê Erdogan û hikumeta Erdogan ve bi dayikên kurd hatiyê kişandin.

Ê ku digot “jin jî be, zarok jî be dê pêwîstiya wê were kirin”, Erdogan bû. Ê ku fermana kuştina gelê kurd da û cenazeyê dayika Taybet bi rojan li nîverasta kolanê da hiştin jî dîsa Erdogan bû. Dewleta tirk a dagirker û qirker e û Erdogan ê faşîst jî, kujerê dayikên kurd e. Ji lew re Erdogan ê faşîst wek şefê şerê taybet û nûnerê pergala qirker, gunehkar û tawanbar e li hemberî mirovahiyê.

PKK, partiya dayikan û Rêber Apo jî rêberê dayikan e. Rêber Apo, nirxê herî mezin daye dayikê û hemû têkoşîna xwe jî, li ser bingeha azadî û parastina nirxên dayikê yên cewherî bi fedekarî û hostayiyeke bêhempa honandiye. PKK jî, li ser vê bingehê wek hêza tolhildana keda dayikê û parastina rûmeta dayikê bipêş ketiye. PKK’ê, nirxên dayika kurd yên ji aliyê qirkeran ve di bin axê de hatî veşartin, derxistine holê, giyan û şiyan daye dayikên kurd, nirx û rûmeta dayika kurd derxistiye lûtkeya herî jor, di civakê de dayika kurd ji nû ve kiriye xwedî hêz û vîn. Ev, rastiyek bênîqaş e di rastiya kurd a hemdem û azad de. Herî zû û herî zêde jî dayikên kurd ev rastî dîtiye, fêhm kiriye û pejirandiye. Ji ber vê ye ku herî zêde dayikên kurd li Rêber Apo û PKK’ê xwedî derketine di her pêvajoya vê têkoşîna birûmet a hebûn û azadiyê de.

Dayîkên Kurd, heyîndên xwe yên herî hêja, kezeba xwe kirine xelat ji bo vê têkoşînê. Dayîkên Kurd keç û lawên xwe yên şehîd jî bi tilîliyan pêşwaz kirine û gelek caran jî keç lawên xwe yên şehîd bi awyekî dest bihine spartine nav dilê xaka pîroz. Wîjdanê mirovahiyê yê zindî, şahide vê rastiyê ye li vî welatê bihuştî yê ku ji aliyê dijminê dagirker û qirker ve veguheriye dojeh û gola xwînê. Ji lew re ti hêza şerê taybet a faşîst û qirker ji bo berjwendiyên xwe yên desthilatiyeke xwînmij nikare yek   dayîka Kurd a birûmet a tenê jî li hemberî Tevgera Kurd a Aazadiyê bikar bîne.

Dijminê gelê kurd, gelekî diyar e. Dewleta tirk a faşîst, dijminê gelê kurd ê mezin e. Erdogan, şefê vê dewleta qirker e. AKP, partiya vê dewleta qirker e û hikumeta AKP’ê jî hikumeta vê dewleta qirker e. Ev dewleta qirker jî, her roj kurdan qir dike û her roj sonda xwe ya qirkirina kurdan nû dike û dixwaze xwîna kurdan ziwa bike û koka kurdan biqlîne. PKK jî, li hemberî vî dijminê herî hov û qirker têkoşîna azadî û hebûnê dimeşîne; parastina şeref û rûmetê dike. Di vê wateyê de dijbertiya PKK’ê kirin, tê wateya derketina li hemberî  azadî, hebûn, xweparastin, şeref û rûmeta kurd. Dijminê qirker, dixwaze, kurdan di nava jiyanyeke nejiyan a harî ketî, herî bêşeref û rezîl de bifetisîne û tune bike ji ser dika dîrokê. Helbet ti mirovê/a jî dê vê jiyana rezîl û bêrûmetiya li ser xwe nepejirîne; dê hetanî dawiyê li ber xwe bide û têkoşînê bimeşîne li hemberî vî dijminê qirker. Rêberê vê têkoşîn û berxwedanê, Rêber Apo ye; partiya vê têkoşîn û berxwdanê, PKK ye; pêşengên vê têkoşîn û berxwedanê jî keç û xortên Kurdistanê ne. Keç û xortên kurd jî li ser vê bingehê û bi vê hişmendiyê xwe didine nav refên PKK’ê.

Dijminê dayîkên kurd, tu car nabe hogirê dayîkên kurd. Kujerên zaroyên dayîkên kurd, nabin xêrzwazê dayîkên kurd. Divê tu kes xwe nexapîne; nebe amûrazê lîstikên şerê taybet û nekeve dafikên telaqreş û telaqfiroşan. Heke na dê bi destê xwe dexma bêrûmetiyê li eniya xwe bidin û hetanî sax bin li dinyayê jî, dê nikaribin serê xwe ji ber xwe rabikin û bi serbilindî bigerin di nava civakê de.

Her ciwanê/a kurd jî bi dil û vîna xwe beşdarî nav refên PKK’ê dibe. Ji lew re civaka PKK’ê, civaka minêkaran e ku ji lêgerînvanên rastî heqîqetê, ji mirovên dilêr, têkoşer û rûmetbilind pêk tê. PKK, partiya jiyana azad, parêzvanê rûmtê û temînata paşaroja azad e. Ev rastî ji aliyê dîroka nêzîk ve hatiyê piştrastkirin û tomarkirin. Di vê pêvajoyê de jî ji bo me kurdan, j inan û avê jî pêwisttir xutkirin û bilindkirina têkşîna azadî û hebûnê ye. Lewre dijminê qirker, bi hemû hêza xwe dixwaze qira me kurdan bîne. Va ye ji bo ku em neyên qirkirin, ji bo ku em jî bikaribin wek mirovan bi çand û nasnameya serbilind jiyan bikin di nav civaka mirovahiyê de, divê em li ber xwe bidin û hebûna xwe biparêzin. Rêya vê jî di mezinkirin û xurtkirina gerîla de re derbas dibe. Bersiva herî baş a ku ji dijminê qirker re were dayîn, beşddarbûna  nav refên gerila yên azadiyê ye. Lewra rêya ku me bibe serkeftina mezin û jiyana azad, ev rê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar