Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Li dijî rêveberiya xweser lihevkirineke veşarî heye’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got ku tevî lihevkirina ji bo ewlehiya sînor jî, dewleta tirk gefên xwe didomîne. Şahîn diyar kir ku dewleta tirk dixwaze herêma wan dagir bike. Şahîn da zanîn ku rejîma Sûriyeyê, Rûsya, Îran û dewleta tirk li dijî rêveberiya xweser li hev kiriye

Bi armanca parastina sînoran bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewlet tirk de ‘Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Sînor’ hate avakirin. Di çarçoveya lihevkirinê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tiştên jê tên xwestin pêk tîne. HSD’ê çi li Serêkaniyê û çi jî li Girê Spî hemû noqteyên xwe yên li ser sînor radestî meclisên leşkerî yên herêmî kirin. Ji bo şopandina vê rewşê jî dewriyeyên DYA û dewleta tirk pêk hatin. Lê tevî vê yekê jî gefên dewleta tirk ên li ser herêmê didomin. Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed Şahîn anî ziman ku gefên dewleta tirk tiştekî nû nînin û wiha got: “Dixwaze herêmê dagir bike û aloziya Sûriyeyê kûrtir bike. Daxwaza wê ya ‘herêma ewle’, dagirkirina herêmê ye. Dixwaze mîna Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê be. Îdia dike ku li herêmên dagir kirine ewlehî heye. Lê li vir çeteyên wê gel dikuje, îşkence dike û demografyaya herêmê diguherînin.”

‘Divê parastina sînor bê mîsogerkirin’

Şahîn da zanîn ku dewleta tirk dixwaze di navbera gelan de aloziyê derxîne, ewlehiya herêmê têk bibe û projeya rêveberiya xweser hilweşîne. Şahîn wiha domand: “HSD’ê hemû xalên lihevkirinê pêk anîn. Lê hê jî gefan dixwin. Bi vê re bala li ser pirsgirêkên navxweyî dikişîne ser cihekî din. Hinek alî hene ku piştgiriyê didin van gefan. Ji bo mîsogerkirina parastina sînor ji gefên dewleta tirk re divê planek hebe. Meclisên leşkerî yên Serêkaniye û Girê Spî mekanîzmaya ewlehiya sînor pêk anîn lê hê jî dewleta tirk nerazî ye. Ji ber ku armanca wê cuda ye.”

Lihevkirina li dijî rêveberiya xweser

Di dawiyê de jî Mihemed Şahîn ev tişt anî ziman: “Li dijî van gef û êrîşan, rejîma Sûriyeyê bêdeng e. Ev jî nîşan dide ku rejîma Sûriyeyê, dewleta tirk, Rûsya û Îran li dijî rêveberiya xweser lihev kirine. Rejîm ji dagirkeriya dewleta tirk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê razî ye. Dibe ku di bin maseyê de di navbera DYA û dewleta tirk de jî lihevkirinek hebe. Ji bo ku hemû pirsgirêk bi rêyên dîplomasî û diyalogê çareser bibin, rêveberiya xweser ji bo diyalogên bi hikûmeta Sûriyeyê, hêzên muxalefet û dewleta tirk re amade ye.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar