Endamê Meclisa Rêveberiya YNK’ê Bafel Talebanî û konsolosê dewleta tirk ê Herêma Federal a Kurdistanê Hakan Karaçay civiyan
Endamê Meclisa Rêveberiya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafel Talebanî li Hewlêrê bi konsolosê dewleta tirk ê Herêma Federal a Kurdistanê Hakan Karaçay re hevdîtin kir. Talebanî û Karaçay li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê civiyan.
Têkildarî mijarê ofîsa çapemeniyê ya Talebanî daxuyaniyek da û ev agahî dan: “Di civînê de geşedanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û gelemperiya herêmê rû didin hatine axaftin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de Talebanî li ser bingeha berjewendiyên hevpar, behsa peywendiyên bi tendurist ên di navbera Herêma Federal a Kurdistanê û dewleta tirk de kiriye.
Pirsgirêkên leşkerî û siyasî axivîn
Çavkaniyan ragihand ku di civînê de Talebanî der barê pirsgirêkên siyasî û leşkerî yên li herêmê de axiviye û hewcehiya bi çareseriyên aştiyane aniye ziman. Di heman demê de çavkaniyan destnîşan kir ku di civînê de Talebanî xwestiye ku li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. HEWLÊR