Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul, di 2014’an de rehatiya xwe ya zêde ji cîranê xwe DAIŞ`ê re rave kiribû û gotibû: “DAIŞ ne dijminê me ye. Ew tevgerek siyasî, ne olî ye û îdeolojiya Tirkiyê tehdîd nake. Li gorî nêrîna Tirkiyê ev tevger hegemoniya xwe li Sûriyê û Iraqê fireh dike û nexşerêyên xwe li piraniya dewletên cîhanê eşkere dike.’
Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul di sala 2014’an de li Enstîtuya Lêkolînên Navneteweyî ya Melekî ya Brîtanî (Chatham House) de axivî. Gul di wê axaftina xwe de asta girêdan û têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de eşkere kir. Planên her du aliyan dişibin hev. DAIŞ hewl dide dewlet û herêmên ku di nav nexşerêya wê de ye kontrol bike, Tirkiye jî hewl dide li gorî nexşerêya pêşiyên xwe yên Osmanî heman herêman kontrol bike. Nexşerêya her du aliyan mîna hev in.
Balyozxaneya Tirkiyê û DAIŞ, li Musilê ne dijmin bûn
Dema çeteyên DAIŞ`ê ji nişkan ve êrîşî bajarê Musilê yê Iraqê kirin û bi lez di Hezîrana 2014`an de kontrol kirin. Hemû tevgera balyozxaneya Tirkiyê li bajêr dişopandin. Hemû kesê di nav bajêr de tevger dikirin û ji bajêr derdiketin, lê endamên balyozxaneyê di dema ku derdora wan di nav agirê de bû, aram bûn. Têkildarî vê mijarê dazgehên çapemeniya Tirkiyê kopiyek ji wesîqeyek fermî girêdayî nameya balyozê Tirkiyê ji wezareta derve re şandiye eşker kirin. Balyozê Tirkiyê yê li Musilê di wê nameyê de hişyarî da û got: “Bi pêşketina DAIŞ`ê re rewşên Musilê xirabtir dibin.” Çavkaniyên ku wesîqe eşkere kirine bi bîr xistin ku bersîv dereng nema û navaroka wê wiha bû: “DAIŞ`ê ne dijminê me ye.”
Rapor û rojnameyên cîhanî behsa rola Tirkiyê di derbaskirina endamên El-Qaîda de ji Sûriyê re û hêsankirina derbasbûna wan ji Bakurê Sûriyê re kirin, her wiha desteka wê ji çeteyan re da ku şerê Kurdan bikin. Ew rapor û rojname tekez kirin ku Enqereyê ji bo derbasbûna bi hezaran ji çeteyên biyanî ji tevahiya welatên cîhanê bi taybet cîhana islamî bi rêya sînorên xwe ji Sûriyê re çavên xwe girtin. Ew çete li rex komên çekdar ên din li Sûriyê şer kirin da ku hilweşandina rejîma Sûriyê bi lez bikin.
Kanala BBC a birîtanî lêpirsînek bi dîmen di 4`ê Kanûna 2013`an de weşand. Di dîmenê de çawa çeteyên biyanî malên ewle li başûrê Tirkiyê wek navendekê ji bo ku derbasî Sûriyê bibin bi kar tînin diyar bû. Xwediyê malekê diyar kir ku çeteyên ku bi navê Cihadiyan dihatin binavkirin, rojekê yan jî du roj di mal de diman beriya ku derbasî Sûriyê bibin. Di rêya vegerê de heman mal bi kar dianîn û li benda rêwîtiyên vegera welatê xwe diman.
Rêjeya desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re piştî ku projeya wê di Sûriyê, Iraq û Misrê de têk çû û projeya Ixwan Muslimînan bi lez hilweşî, zêde bû. Her wiha asta nerazîbûna kolana Tirkiyê ji rewşên aborî, siyasî û hiqûqî yên paşketî ji 2013`an ve hişt ku Tirkiyê li berbijark û siyastên nû bigere. Di nav de piştgiriya DAIŞ`ê da ku li şûna wê şer bike û tiştên ku nikarî bi rêya piştgiriya Ixwan Muslimînan bi dest bixe, pêk bîne.
Hindek mabû balyoza DAIŞ`ê bi Erdogan re bicive
Bi pêşketinên Hêzên Sûriye Demokratîk re li Sûriyê li ser hesabê DAIŞ`ê û rizgarkirina herêmên berfireh delîlên ku desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re isbat dikin eşker bûn. Daxuyaniyên serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Mensûr El-Mexribî ronahî berdan ser asta pêşketina têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de.
Li gorî ku Homeland Security Today a amerîkî ragihandiye Ebû Mensûr tekez kir ku ew wek balyozê DAIŞ`ê li Tirkiyê kar dikir. Bi gelek berpirsên Tirk ên peyabilind re li tevahiya şaxên emnî yên hikumeta Tirkiyê rûniştiye. Heta ku hindek mabû bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re rûne.
Ebû Mensûr endezyarek ji Mexribê ye. Di 2013`an de li Sûriyê tevlî DAIŞ`ê dibe. Ebû Mensûr di hevdîtinê de got: “Erka min ew bû ku ez berê ajanan nîşan bidim da ku çeteyên biyanî li Tirkiyê pêşwazî bikin.” Ebû Mensûr îşaretpê kir ku toreyek ji kesên ku DAIŞ`ê pere dide wan heye. Ew kes rêwîtiya çeteyên biyanî ji Stenbolê heya herêmên ser sînorên Sûriyê hêsan dikin. Mîna Gazî Entab, Antakiya û Orfa. DAIŞ`ê pere dida piraniyan.
Niha û piştî hilweşandina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve, Tirkiyê dest bi şandina wan çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbya û Misirê û herêmên din kir. Di her cihekî de ku tevgerek an jî balyozxaneyek an jî nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê hene tevgera DAIŞ`ê jî heye.
DAIŞ`ê ji Lîbyayê derdikeve û gefa kuştinê li her kesê ku şerê komên girêdayî Tirkiyê dike, dixwe
Piştî Musilê û bûyera Balyozxaneyê, DAIŞ careke din li Lîbyayê derdikeve. Li gorî Rojnameya El-Ereb di mehên dawîn de tevgerên zêde yên çeteyên DAIŞ`ê hatine şopandin. DAIŞ`ê valahiya ewlehî û leşkerî ya di encama mijulbûna hêzên Lîbyayê yên çekdar ên girêdayî artêşê bi şerên li dijî hêzên hikumeta wîfaq watanî ya ku Tirkiyê desta wê dike, bi kar anîn û der ketin.
Bi dehan ji çeteyên ku rûyên xwe veşartine di dîmenan de ku pabendiya xwe bi El-Bexdadî re dubare dikin xuya bûn. Her wiha gefa pêkanîn êrîşên tolhildanê li dijî artêşa Lîbî dixwin eger şerê komên girêdayî Tirkiyê bikin.
DAIŞ`ê piştî ku çeteyên wê di bajarên cuda de li başûrê Lîbyayê xwe asê kirin hewl dide refên xwe ji nû ve rêz bike. DAIŞ`ê ew bajarên li başûrê Lîbyayê di 2016`an de piştî şerekî mezin li dijî wê li bajarê Sertê winda kiribûn.
Tirkiyê bi astek bilind mudexeleya kirîza Lîbyayê kir. Di çarçoveya desteka hikumeta wîfaq de di bargehên Tirkiyê de yên ku li Lîbyayê belav dibin diron û çekên din hene.
Rojnamegerê lîbî Ebû Bekir El-Bîzantî ji rojnameya El-Ereb re got DAIŞ`ê bargeha xwe li navîna Lîbyayê ya li bajarê Sertê di Kanûna 2016`an de winda kir. Lê ew ber bi çolistana Lîbyayê ya fireh vekişiya da ku refên xwe careke din kom bike.
El-Bîzantî bi bîr xist ku DAIŞ`ê di çolistana Lîbyayê de xwe veşart û ber bi bajarên Afrîqyayê piştî li Sertê tengav bû reviya.
Rojnamegerê lîbî balkişand ser ku rewşên nakok li Lîbyayê rê da ku DAIŞ`ê careke din vegere Lîbyayê û li başûrê welêt û hinek herêmên rojava belav bibe.
Li gorî şahidan ji şêniyên bajarên başûr, endamên biyanî yên xwedî nasnameyên cuda tevî çek û alên DAIŞ`ê derbasî herêmê dibin.
DAIŞ li parzemîna esmer belav dibe, Somal dê bibe nuqteya destpêkê
DAIŞ`ê hewl dide li parzemîna esmer (Afrîqya) belav bibe. Tevî Lîbyayê DAIŞ`ê di Somalê de hawîdorek guncew ji bo xwe dît.
Pisporê karûbarên Afrîqyayê Atiye Îsawî ji rojnameya El-Beyan a îmaratî re got: “Heta niha hegemoniya DAIŞ`ê li Somalê sînordar e. Tevgera ciwanan a girêdayî Rêxistina El-Qaîda li hember wê disekine û dijberî derbasbûna wê dibe bend. Eger hevalbendiyek di navber wan de çênebû wê hebûna DAIŞ`ê sînordar bimîne.”
Îsawî ji rojnameya El-Beyan re destnîşan kir ku DAIŞ`ê dê ji Somalê destpê bike û li Afrîqyayê belav bibe û got: “Li gel ku dewletên berav û çolistanê wek dirêjahiya wê ya rastîn temsîl dikin û alîkariya wê dikin ji bo ku derbasî rojhilat û navîna parzemîna esmer bibe.”
Tirkiye bi DAIŞ`ê şerê dijberên xwe dike
Bargehên Tirkiyê yên leşkerî li Somal, Qeter û Qibrsê hene. Ne ji hilweşandina pergala El-Beşîr bûye, ew amadekariya avakirina bargehek deryayî li Girava Sewakên dikir.
Tirkiyê çek û cabilxane ji hêzên ku li Somalê perwerde dike pêşkêş dike. Bi hinceta perwerdeyê hewl dide hegemoniya xwe li wir fireh bike û berhemên welêt bi kar bîne.
Tirkiyê bi rêya piştgiriya komên çeteyên li Lîbyayê û Somalê şerê dijberên xwe dike. Dixwaze hegemoniya xwe li wan welatan xurt bike da ku li hember Misr, Siûdiye û Îmaratê bisekine.ROJHILATA NAVÎN