Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Endamê HDP’ê yê sîxurtî lê hat ferzkirin: Ewlehiya min tune ye

Endamê HDP’ê Mûrat Argun ku kesên xwe wekî “îstixbaratvan” dan naskirin gef lê xwarin û sîxurtî lê ferzkirin, ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe serî li ÎHD’ê da û doza alîkariyeke hiqûqî kir

Endamê HDP’ê yê Komîsyona Taxa Huriyetê ya Edeneyê Mûrat Argun bilêv kir ku kesê xwe wekî “îstixbaratvan” dane naskirin gef lê xwarine. Argun bilêv kir ku ev kesên navbirî gef lê xwarine û gotine, ew ê zirarekê bidin wî û malbata wî. Argun ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û doza alîkariyeke hiqûqî kir.

Argun bilêv kir ku ev kesên navbirî bi wesayîteke bêplake du caran rêya wî birîne û bi çekên di ber xwe de gef lê xwarine. Argun anî ziman ku ev kes jê re gotine: “Hûn xwe wekî ku di nav xebatên HDP’ê de cih digirin nîşan didin lê belê hûn karekî din dikin. Li vira kî karê îllegal dike? Em ê te ji kar derxînin û tu yê ji niha û pê ve nikaribî li tu derê bixebitî. Em dibistana ku keça te diçê jî dizanin. Em bi îstixbaratê re dixebitin. Tu û hevalên xwe di bin navê HDP’ê de karên îllegal dikin. Em bi we hemûyan dizanin û nas dikin. Li vira wekî din kî karê îllegal dike? Ji bo me bixebite. An jê em ê te bibin. Em ê di nav 10 rojan de te bibin. Di dest me de dosyeyên te hene. Em ê te bigirin.”

Argun da zanîn ku ev kes jê re gotine “ger alîkariya me bikî” ji kar bigire heta xanî, ji wesayîtê bigire heta pereyan ew ê her tiştî bidinê. Argun diyar kir ku hin kesan hin pirs jê kirine lê belê wî hemû red kirine û wiha got: “Min got, ez ji van tiştan yekê jî qebûl nakim û min xwest careke din min nerihet nekin û min ji wan re got ger di dest we de derbarê min de delîlek hebe lêpirsînê bidin destpêkirin. Ev rewş tesîreke nebaş li derûniya min kir. Êdî gihaşt asta tacizê û mirov nikare bêje wê careke din neyê serê min. Derbarê ewlehiya min û malbata min de şik û guman li min peyda bûn.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar