Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leza qeyûm heye: Di mehekê de qaseya şaredariyê vala kir

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin, di nava mehekê de qaseya şaredariyê şêland. Karkerên şaredariyê da zanîn ku serokên daîreyan ji wan re gotine ku qaseya şaredariyê vala bûye û êdî nema dikarin mûçeyên karkeran bidin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir. Hat zanîn ku nikare mûçeyên karkeran bide. Qeyûmê ku di sala 2016’an de hate tayînkirin, di nava du salan de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku deynê xwe nebû, bi 1.5 milyar lîreyan xist binê deynan.

Tevî ku qeyûmê berê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di bin deynan de hêla bû jî, hevşaredarên HDP’î piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê xizmet ji navenda Wanê û hemû navçe û gundan re bir. Li hêla din jî şaredariyê deynên xwe dan.

Karker bêheqdest ketin destûrê

Hat zanîn ku piştî wezaretê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir, qeyûm di nava 45 rojan de şaredarî talan kir. Hat ragihandin ku qaseya şaredariyê di demeke kurt de hate valakirin. Qeyûm wisa li şaredariyê kir ku nikare mûçeyê karkeran jî bide. Bi dehan karker bêheqdest ketin destûrê.

Herin malên xwe!

Karkerên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin diyar kirin ku serokên daîreyan bi wan re axivîn û ji wan re wiha gotin: “Hûn li vir bixebitin jî nexebitin jî em nikarin mûçeyên we bidin. Di qaseya şaredariyê de pere nîne. Ger ku hûn bixwazin dikarin li vir bêpere bixebitin lê ger ku hûn nexwazin, wê demê herin malên xwe.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar