Hêzên artêşa rejîma Îranê li Kelaşînê kolberê bi navê Ezîz Reîsî qetil kir
Hovîtiya hêzên rejîma Îranê ya li ser sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê û di navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê de berdewam e. Hêzên rejîma hema hema rojane kurdên ku ji neçariyê li ser sînor kolberiyê dikin, qetil dikin.
Li gorî nûçeya malpera Kolbernewsê, hêzên rejîma îranê îro di danê sibehê de li herêma Kelaşîn a girêdayî Şino ya parêzgeha Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê welatiyê bi navê Ezîz Reîsî qetil kir.
Hat zanîn ku Ezîz Reîsî ji gundê Girdik ê Mêrgewer ê Urmiyeyê ye. URMIYE