Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Rejîma qeyûm, rejîma faşîzmê ye’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku rejîma qeyûm, rejîma faşîzmê ye. Temellî da zanîn ku tevî belgeyên dizî û talanê yên qeyûman jî heta niha der barê wan de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Temellî daxuyand ku hiqûqa rejîma qeyûm, hiqûqa tecrîdê ye û divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna komê ya partiya xwe de axivî. Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryara tayînkirina qeyûman. Temellî diyar kir ku ew qeyûman qebûl nakin.

Di berdewamê de jî Temellî destnîşan kir ku ew li edalet û demokrasiyê digerin û wiha dom kir: “Em ê bi hev re bi ser bikevin. Di destê Erdogan de tenê tundî ma ye. Êdî tenê tişta ku desthilatdarî dike, afirandina tundiyê ye. Desthilatdarî li şûna ku sedemên encama hilbijartina 31’ê adarê binirxîne, pêla faşîzmê zêde dike. Di 19’ê tebaxê de darbeyeke siyasî kir. Êdî tehemûla desthilatdariyê ya ji sindoqê re nemaye. Hewl didin ku êşa têkçûna xwe ya hilbijartina li Stenbolê ji partiya me hilînin.”

Dizî û talana qeyûman

Temellî daxuyand ku rejîma qeyûm, rejîma faşîzmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî em bang li hemû civakê dikin ku qeyûm tayînî temamiya Tirkiyeyê hatiye kirin. Me dizî û talana qeyûman bi belgeyan raxist ber çavan. Lê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Heta ku hevalên me li peywira xwe vedigerin dê li her deverêkê berxwedan û têkoşîna xwe geştir bikin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e û dê tu caran jê tawîz nedin.”

‘Hiûqûqa rejîma qeyûm, hiqûqa tecrîdê ye’

Sezaî Temellî bi lêv kir ku hiqûqa rejîma qeyûm, hiqûqa tecrîdê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 21 sal in li vî welatî tecrîd heye. Êdî mirov nikare qala dewleta hiqûqê bike. Hiqûqa tecrîdê, pergala hiqûqê rizand. Hiqûqa tecrîdê ne bi tenê li ser rêzdar Ocalan e. Heta ku ev tecrîd bidome, em nikarin li Tirkiyeyê li ser navê edaletê tiştekî bikin. Me rêya çareserî û edaletê nîşan da. Me muxatabê vî tiştî nîşan da. Piştî grevên birçîbûnê bi Îmraliyê re hinek hevdîtin hatin kirin. Ji Îmraliyê peyama aştiyê hat. Birêz Ocalan got; ‘Di nava hefteyekê de dikarim çareser bikim.’ Yên ku ev îrade red kirin, hefteyek piştre qeyûm tayîn kirin. Bersiva wan bû qeyûm. Ji ber vê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Di siyaseta demokratîk de li ser navê aştiyê çi pêk were divê em piştgiriya wê bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar