Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Gerîla li Avaşînê li artêşa tirk xist

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên YJA Starê li herêma Avaşînê li artêşa tirk xistiye. HPG’ê diyar kir ku di pevçûna li Cûdî de 2 gerîla, li Çelê gerîlayek û li Xakûrkê jî 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HGP’ê destnîşan kir ku gerîlayên YJA Starê li herêma Avaşînê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anî.

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ronya û Şehîd Bager de, di 1’ê cotmehê saet 12.00’an de li dijî hêzên artêşa tirk ên li Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê çalakiyek li dar xist. HGP’ê diyar kir ku hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zanîn.

Li Cûdî pevçûn

Di berdewamê de jî HPG’ê daxuyand ku di 1’ê cotmehê saet 12.30’an de hêzên wan ên li qada Gundikremo ya Cûdî ya Şirnexê rastî yekîneyên artêşa tirk hatine û li vir şer derketiye. HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk piştre jî li vê qadê operasyon daye destpêkirin û kite kitên operasyonê wiha parve kir: “Yekîneyên ku li qadê kemîn danîn, bûn hedefa hêzên me. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatiye tespîtkirin. Di vê operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûn. Dê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre werin aşkerakirin.”

Gerîlayek şehîd bû û yek jî dîl kete destê artêşa tirk

HPG’ê ragihand ku di 11’ê îlonê de jî li qada Şehîd Piling a Çelê ya Colemêrgê di navbera hêzên wan û artêşa tirk de şer derketiye. HPG’ê da zanîn ku di vî şerî de gerîlaya bi navê Uveyş Bêrîtan jiyana xwe ji dest daye û ya bi navê Kurdistan (Gulistan Eren) jî dîl ketiye destê leşkerên tirk.

Nasnameya gerîlaya jiyana xwe ji dest da wiha ye: “Uveyş Bêrîtan (Menekşe Bakî) li Colemêrgê ji dayik bû. Di 11’ê îlona sala 2019’an de li Çelê şehîd bû.”

Êrîşên hewayî

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 2’yê cotmehê de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker saet di 15.00’an de qada Goşinê, saet di 16.00’an de derdora gundê Şikeftan a Garê û saet di 19.30’an de jî qada Saca ya qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di bombebarana li qada Xakûrkê de 2 rêhevalên me şehîd bûn. Dê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re bên parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar