Hevşaredar Selçuk Mizrakli anî ziman ku divê pirsgirêka tayînkirina qeyûman di makeqanûnê de bê çareserkirin. Mizrakli got ku li dijî bêhiqûqiya heyî divê hemû partiyên muxalefetê bi hev re têbikoşin û wiha axivî: “Dermanê bidawîkirina tirs û xofê, berxwedan e. Gelê me dê di derheqê vê faşîzmê de jî bê.”
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûman jî li her sê bajaran çalakiya Nobeda Demokrasiyê tê lidarxistin. Li Amedê her roj li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakî tê lidarxistin. Têkildarî mijarê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku ji peywirê hatiye girtin ji MA’yê bi Fethî Balaman re axivî.
Selçuk Mizrakli anî ziman ku yên ku biryara tayînkirina qeyûman dan, li pey mayîndekirina rêbazên li dijî demokrasiyê ne. Mizrakli wiha domand: “Divê pirsgirêka qeyûman bikeve rojeva meclisê û ji bo vê sererastkirineke qanûnî bê kirin. Ji bo vê divê muxalefet bi îktîdarê gav bide avêtin. Ger qala dewleteke demokratîk û hiqûqê bikin, wê demê divê dawî li van pêkanînên derhiqûqî bînin. Ev yek ne tenê bi HDP’ê, bi tevlêbûna hemû partiyan pêkan e. Heta ku ev nebe dê şûrê Demokles her tim li ser stûyê her kesî bê û biçe.”
‘Dê gelê me di derheqê vê faşîzmê de jî bê’
Mizrakli bal kişand ser berxwedana 47 rojan û destnîşan kir ku ev berxwedan sekneke li dijî hemû pêkanînên derhiqûqî ye û li dijî bêedaletiyê, alîgirtin e. Mizrakli daxuyand ku di vê rewşê de divê her kes xwedî alî be û wiha bi dawî kir: “Ger em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin. Rejîma nû dixwaze li ser civakê tirs û fikaran çêbike. Dermanê bidawîkirina vê tirs û xofê jî berxwedan e. Gelê me gelek zor û zehmetî derbas kirine. Dê di derheqê vê faşîzmê de jî derkeve.” AMED