Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir

HDP’ê kampanyaya zimanê kurdî da destpêkirin û dê di çarçoveya kampanyayê de di çalakiyên Nobeda Demokrasiyê de waneyên kurdî bide. Der barê mijarê de berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî û got ku gavekî baş e. Cizîrî got ku bila hemû endamên partiyên siyasî, parlamenter û hevşaredar jî di navbera xwe de bi kurdî bi axivin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir. Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku polîtîkayên qeyûm li gel xespkirina vîna gel, darbeya li dijî zimanê kurdî ye jî. Rêveberên HDP’ê da zanîn ku dê cihê Nobedên Demokrasiyê veguherînin kursiya zimanê kurdî. Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Platforma Ziman, Saziyên Çandî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştevaniya kampanyayê dikin. Di vê çarçoveyê de dê di Nobedên Demokrasiyê de li ser depê reş dersên kurdî bên dayîn.

Der barê kampanyayê de berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî û bi bîr xist ku Platforma Ziman ji neh rêxistin, partî û komeleyan hatiye avakirin. Cizîrî bi lêv kir ku di bernameya platformê de daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê heye û wiha domand: “Her wiha divê dewlet saziyeke zimanê kurdî ava bike. Çawa saziyeke zimanê tirkî heye, divê ya zimanê kurdî jî bê fînansekirin. Divê bi fermî nas bike. Xebata platformê li ser van esasan e.”

Jiyana bi kurdî

Cizirî kampanyaya ku HDP’ê daye destpêkirin weke gavekî erênî nirxand û wiha derbirî: “Bi ya min ne tenê di rojên wiha yên awarte de, divê li her derê em fêrî zimanê kurdî bibin. Li malên xwe, li kolanan, li bazarê û li ser medyaya civakî û hwd. divê em fêrî kurdî bibin û bi kurdî bi axivin. Em dixwazin li dibistanan zimanê me bibe zimanê fermî. Ev pêwîstiyek e.”

‘Divê kurdî nebe amûrê propagandayê’

Di berdewamê de jî Cizirî got madem ku di çalakiya Nobeda Demokrasiyê de dê waneyên kurdî bên dayîn, wê demê bila endamên partiyên siyasî, parlamenter û hevşaredarên wan jî di nava xwe de bi kurdî biaxivin û wiha pê de çû: “Bila çalakiyên wan bi kurdî bin. Divê kurdî nebe amûrê propagandayê. Bila kurdî bibe beşeke şexsiyet, netew, çand û nasnameya me. Divê em li her derî bi kurdî bi axivin.”

‘Bila li otogara Amedê bang bi kurdî bê kirin’

Cizîrî xwest ku li otogara Amedê jî anons bi kurdî bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mesele dema dibêjin dê otobûs here Wanê bila bi kurdî bang bikin. Bila tenê bi tirkî nekin. Divê em, medyaya me, siyasetmedarên me, partiyên me û rêxistinên me bibin mînak. Bila niqaşên me bi kurdî bin. Ji ber vê yekê kampanya gaveke baş e. Divê berfirehtir bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar