Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Hevserokatî ne sûc, destkeftiyeke mezin e’

Li Wanê di roja 47’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de tayînkirina qeyûman weke binpêkirina vîna gel hate destnîşankirin û hat gotin ku divê di zûtirin dem de nûnerên gel li peywira xwe vegerin. Çalakvanan got ku hevserokatî ne sûc, deskeftiyeke mezin e

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 47’emîn de jî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê dewam kir. Li gel parlamenter û rêveberên HDP’ê, gelek welatî, endamên Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel Sen) jî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan bênavber dirûşmên  ‘Em ê bi berxwedan bi ser bikevin’, ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, ‘Qeyûm dê biçe gel dê were’ û ‘Qeyûm bireve vaye jin tên’ berz kirin.

Di çalakiyê de ewilî hevserokê DBP’a Wanê Kawa Okkeş axivî û diyar kir ku dê li dijî bêhiqûqiyê berxwedana xwe dewam bikin. Pişt re jî endama Desteya Rêveberiya Navenda Tum Bel Senê Satî Buruncu axivî. Buruncu got ku tayînkirina qeyûm darbeyeke li dijî vîna gel û demokrasiyê ye û wiha dom kir: “Em ê li dijî desteserkirina vîna gel demokrasiyê biparêz in. Piştî tayînkirina qeyûmê li Wanê ewilî hevalên me ji kar derxistin û binçav kirin. Em li dijî bertîlxwar û sextekariya qeyûman li ber xwe didin. Dê ev berxwedan bidome. Şaredarî yên me ne. Budçeya şaredariyê mafê gelê vî bajarî ye. Em bi hêvî ne ku rojên xweş dê werin.”

‘Divê hevşaredar li peywira xwe vegerin’

Herî dawî jî di çalakiyê de endama Meclisa Jinan a Tum Bel Senê Nazîfe Bayrak Tosu axivî û wiha got: “Xespkirina vîna gel, darbeyeke vekirî ye. Pergala hevserokatiyê jî ne sûc, destkeftiyeke mezine. Divê vîna gel neyê desteserkirin. Em dixwazin ku ev neheqî bi dawî bibe û nûnerên vîna gel li peywira xwe vegerin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar