Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûm û AKP’a Mêrdînê bi hev re îstîsmara zayendî vedişêrin!

Aloziya ji ber îstîsmara zayendî ya li AKP’a Mêrdînê didome. Hat zanîn ku biraziyê midûrê MARSU’yê B.T. dema ku bi endama Baskên Jinan a AKP’ê M.S’yê re heval, dîmenên wê kişandine û weke şantajê bi kar anîne. B.T. tevî ku M.S. bi kesekî din rew zewiciye jî, van dîmenan weke şantaj bi kar tîne û îstîsmara zayendî li S.’yê kir. AKP’a Mêrdînê û qeyûm jî bûyer nixûmand û nehiştin ku biçe ber destê dozger

Ev demeke AKP’a Mêrdînê ji ber bûyereke şantaj û îstîsmara zayendî ya li hemberî endameka AKP’ê tevlihev bûye. Li gorî agahiyan, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê walî Mûstafa Yaman çend sal berê kesê bi navê Sadullah Turgut weke midûrê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) erkdar kir. Biraziyê Turgut ê bi navê B.T. jî di heman demê de di şaredariyê de dixebite. Demek piştre jî B.T. bi endama Baskên Jinan a AKP’ê M.S. ku ew jî di şaredariyê de dixebite re bû heval.

B. T. demek piştre çend kêliyên ku bi M.S.’yê re bi hev re ne, qeyd dike û van dîmenan li hemberî M.S.’yê weke şantajê bi kar tîne. B.T. tenê bi vê yekê re jî namîne. Tevî ku M.S. bi keseke din re zewiciye jî, van dîmenan weke şantajê bikartîne û li hemberî S.’yê îstîsmara zayendî kir. B.T. roj bi roj gefên xwe yên li hemberî M.S.’yê zêde kirin û dîmenên şantajê bi hin kesên din re jî parve kirin. Bi vê yekê re jî bûyer aşkera bû. Bi derhîbûna bûyerê re AKP’a Mêrdînê di nava xwe de dest bi lêpirsînê kir. AKP’a Mêrdînê bûyer di nava xwe de nixûmand û nehişt ku biçe ber destê dozger.

Ji ber îstîsmara zayendî îstîfa kir

AKP’a Mêrdînê piştre jî endamtiya M.S.’yê betal kir. Di heman demê de her çiqas Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê îstîsmarkar B.T. ji kar avêtibe jî, nehişt ku bûyera îstîsmarê biçe ber destê dozger. Piştî van geşedanan, bûyerên balkêş qewimîn. Tê gotin ku seroka Baskên Jinan a AKP’ê Hulya Hekîmoglu ji ber vê bûyerê îstîfa kir. Lê Hekîmoglu der barê mijarê de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û sedema îstîfaya xwe weke kongre nîşan da. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar